Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî 2025-03-13 10:49:19 ENQERE - Der barê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan de Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî aştiyane bi encam bibe divê hikûmet bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bide vê bangê. Di 27 'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a dîrokî kir. Bangewaziyê li hemû cîhanê deng veda, PKK'ê agirbest îlan kir.   Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku bang di nav parêzvanên mafên mirovan de keyfxweşî hat pêşwazîkirin û wiha got: "Me careke din dît ku hem şer û pevçûn hem jî PKK bi xwe encama înkara Kurdan e. Eger maf û azadiyên bingehîn, mafên gelan, maf û azadiya baweriyan, azadiya çapemeniyê, azadiya ramanê, mafên ferdî û gelek mafên bingehîn ên ji dema avabûna Komarê û vir ve bihata naskirin, dibe ku Kurd hemwelatiyên wekhev ên çîna yekemîn ên vî welatî bûna û ji niha ve mafên xwe bi kar bianiyana. Bi awayekî xwezayî PKK dernediket holê."   Kuçukbalaban da zanîn ku ev bang ji gelek aliyan ve watedar e û PKK’ê di 1 'ê Adarê de diyar kir ku ew li pişt vê bangê ne û wiha got: "Girîng e ew jî îfade bikin ku wan agirbest îlan kirine. Ji ber ku ji bo pêvajoya aştiyê yan jî ev pêvajoya bênav bi awayekî rê li ber avakirina aştiyê veke, divê pevçûn, operasyon û rêbazên çekdarî bên rawestandin. Em jî diyar dikin ku divê dewlet demildest operasyonan bi dawî bike. Êrîşên hem li ser Başûrê Kurdistanê û hem jî yên Rojava bên rawestandin.”   PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ NE   Kuçukbalaban anî ziman ku pirsa bingehîn a divê were pirsîn ew e ku piştî vê bangê wê aştî çawa pêk bê û wiha axivî: "Pêwîste mirov li ser pirsên ku banga Aştî û Civaka Demokratîk çawa bikeve meriyetê û li ser wan nîqaş bikin û biaxivin. Di ser daxuyaniyan re nêzî du hefte derbas bûn. Di nava vê demê de me tiştek nebihîst ku nexşe rê û ajandayeke çawa ya dewletê heye. Ev rewş hem di nava rêxistinên civakî yên sivîl hem jî gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd de rê li ber tevlîheviyê vedike. Navê vê pêvajoyê çi ye? Divê çi bê kirin? Zerara çil sal in wê çawa bê temîrkirin? Qeyyûm wê hebin? Eger qeyûm neyên tayînkirin, garantiya vê ya hiqûqî çi ye? PKK'ê amadebûna xwe ya ji bo danîna çek û çekdanînê nîşan da, lê ev pêvajo wê çawa bixebite? Wê saziyên civakî, rêxistinên baweriyê û çapemenî di nava vê de li ku bin? Dîsa beşdarbûn û piştgiriya raya giştî ya bi tevahî wê çawa bê misogerkirin? Ev hemû bê bersiv û nediyar in.”   'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN'   Kuçukbalaban diyar kir ku yek ji gavên ku divê bi lez were avêtin şert û mercên Abdullah Ocalan e û wiha got: "Tevî ku piştî 4 salan hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatin kirin jî, tecrîd hê jî dewam dike. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ji ber ku di qonaxekê de Ocalan neçar e pêvajoya bêçekbûyînê ya rêxistinê bi rê ve bibe. Bêguman divê bi awayekî fîzîkî tevlî vê pêvajoyê bibe. Ji bo pêvajo bê şopandin û gavên bi awayekî tendurist bên avêtin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û rêxistinbûyîna fîzîkî tevlî pêvajoya bêçekbûyînê bibe."   POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Kuçukbalaban bal kişand ser polîtîkayên li dijî rêveberiyên herêmî û wiha got: "Der barê şertê xweseriyê yê rêveberiyên herêmî de divê Tirkiye bi lez û bez Peymana Xweseriya Rêveberiya Herêmî ya Yekîtiya Ewropayê beriya niha di şertên 8 madeyan de fikaran ji holê rake. Jixwe Tirkiyeyê di sala 1993’an de di Rêveberiyên Herêmî de Şertê Xweseriyê ya Yekitiya Ewropayê qebûl kiribû, lê ev hatibû astengkirin û divê astengiyên li hemberî vê xalê bên rakirin û bikeve meriyetê.”    'DIVÊ BI PAKÊTEKÊ BERSIV WERE DAYIN'   Kuçukbalaban diyar kir ku ew bangeke radîkal e û divê Tirkiye bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bide vê bangê û wiha got: "Bi pakêta demokrasiya radîkal re, di rewşa xweseriyê ya rêveberiyên herêmî de ji holê tên rakirin û di heman demê de bi guhertina qanûnî re walî, qeymeqam, û midûrên polîsan tên hilbijartin! Yanî di asta giştî û neteweyî de ku em jê re dibêjin neteweyî, hemû xizmetên cemaweriyê, tenduristî, perwerde, ewlekariya herêmî û rêveberî jî di nav de, ji bilî dadgerî û yekîneya parastina neteweyî divê were hilbijartin. Yanî divê bersiveke bi vî rengî ji vê Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bê dayîn. Dîsa divê Demildest Qanûna Têkoşîna bi Terorê re bê betalkirin. Dîsa mijara girtiyên nexweş heye. Ev gavên ku divê bi lez bên avêtin e."   'EM NEXŞERÊ ÇÊDIKIN'   Kuçukbalaban da xuyakirin ku weke ÎHD wan nexşerêya ji bo pêvajoyê amade kirine û wiha got: "Em hewl didin nexşerêya encamên şer û pevçûna 40 salan çawa ji holê rakin, amade bikin. Ji ber vê yekê, em dixwazin nexşerêya em ê bi dewletê re amade bikin nîqaş bikin. Eger pakêteke demokrasiya radîkal bînin meclîsê, ti partiyeke mûxalefetê li dij dernakeve. Divê pakêtek bê amadekirin û navê 'Pakêta Demokrasiya Radîkal' lê bê kirin."   'MAFÊ HÊVIYÊ MAFEKÎ GERDÛNÎ YE'   Kucukbalaban da zanîn ku mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye û divê pêk were. Kuçukbalaban rewşa girtiyên siyasî yên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birin bibîrxist û wiha got: "Cezayê muebbetê yê girankirî li 4 hezar girtiyan hate birîn. Eger wê aştî pêk were, divê em serbestberdana van girtiyên ku we ceribandiye û ceza kirine misoger bikin. Bi vî rengî hûn dikarin mirovê bi çekê ji çiyê bînin xwarê. Ev yek ji bo îqnakirina bêçekbûyînê pêwîst e."   Kuçukbalaban bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Zêdeyî 600 kes hene ku 30 sal cezayên xwe temam kirine û nahêlin bên berdan. Ev hemû ji aliyê desteya nehiqûqî ya bi navê ÎGK'ê ve bi bikaranîna hêza xwe ya dadgeriyê tê kirin. Weke gaveke niyeta baş, li gorî daneyên sala 2021 'an li girtîgehan 517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji van bi giranî nexweş in. Divê bên tahliyekirin.”   'DIVÊ RÊ LI BER AZADIYA RAMANÊ BÊ VEKIRIN'   Kuçukbalaban got ku divê astengiyên li dijî azadiya ramanê ji holê bên rakirin û wiha axivî: "Abdullah Ocalan bi xwe rojeva xwe danî pêş, lê belê civak jî bendewariyên xwe ji dewletê hene. Dewlet wê çi bike? Rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan û her wiha gelek dezgehên çapemeniyê hîna dibînin ku gelek tiştên dikevin çarçoveya azadiya ramanê û di salên 2013 û 2015'an de hatin nîqaşkirin û di encamê de destdirêjiya dadwerî pêk hat. Gelek endamên Çapemeniya Azad di girtîgehê de ne. Di van hemû mijaran de divê pêvajoyeke ku azadiyê misoger bike bê dîtin û azadiyan esas digire û qedexe yên duyemîn in."   'ZIMANÊ ŞER HÊ JÎ TÊ BIKARANÎN'   Kuçukbalaban têkildarî girîngiya zimanê ku di vê pêvajoyê de hem ji hêla çapemeniya Tirk hem jî rayedarên dewletê ve tê bikaranîn wiha got: "Piştî banga Abdullah Ocalan, çapemeniya neteweyî û medyaya sereke hê jî bi zimanê şer diaxivin. Bi gotineke din, em hînê zimanê aştiyê di çapemeniyê de jî nabînin. Divê ev hemû tavilê bên qedexekirin. Konseptên bi vî rengî nikarin bên bikaranîn. Yên vî zimanî bi kar tînin jî lazim e xwe sererast bikin. Eger dewlet xwedî aqil be, eger bixwaze dikare zimanê aştiyê di rojekê de ji van saziyên çapemeniyê re ragihîne û belav bike. Em zimanê aştiyê jî di devê rayedarên dewletê de nabînin."   'NEHEQÎ LI GELAN TÊ KIRIN'   Kuçukbalaban herî dawî wiha axivî: “Daxuyaniyên mîna ‘Hikûmetê bi Kurdan re li hev kir, hilbijartinên Serokkomariyê hatin nîqaşkirin an jî tiştên mîna wê hatin nîqaşkirin’ hene. Neheqî ye ku gelên Tirkiyeyê vê mijarê veguherînin malzemeyeke hilbijartinê û bi perspektîfa hilbijartinê binirxînin. Serkeftina vê pêvajoyê tenê heke ev beş wê hembêz bikin pêkan e. Ez dibêjim bila ev fersend ji dest neyê berdan."   MA / Omer Gungor