SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin 2025-03-13 13:19:01 NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li bajarên Tartus, Laziqiye û Hemayê 158 û li herêmên din jî 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de ji bilî 3 komkujiyên ku li Tartûs, Laziqiyê û Hemayê hatine kirin, herî kêm 19 kes li Sûriyeyê hatin kuştin.   Li gorî SOHR’ê, li gundê Xelsa yê başûrê bajarê Helebê di şerekî çekdarî ya di navbera pismaman de 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin û Li ser rêya Tertûs-Banyasê jî ciwanek bi guleyên komeke çekdar hate kuştin.   SOHR’ê diyar kir ku li herêma Zerzoriyê yê gundewarê Humsê, kesek dema ji kar vedigeriya di êrişa çekdaran ve hat qetilkirin, li bajarê Hîrakê yê Derayê jî çekdaran 3 kes qetil kirin.   Li bejahiya Kebacib û Beşrî yên gundewarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê Şêx Idrîs ê rojhilatê Idlibê jî kesek hat huştin. Li bajarê Eqrebiyaat ê gundewarê rojhilatê Hemayê jî kesek hat kuştin.   Hate zanîn ku li Humsê kesek ku berî du rojan winda bûbû, cenazeyê wî li gileya Nesara hat dîtin û şopên guleyan li ser hatin dîtin.   SOHR’ê bal kişand ser peravên Sûriyeyê jî û da zanîn ku di 24 saetan de 3 komkujî li Tartûs, Laziqiyê û Hemayê hatin kirin û di encamê de 158 kes hatin kuştin.