Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin? 2025-03-13 15:03:04   RIHA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê de bang li îktîdarê kir û got: “Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike kengî ava bikin? Hûn li benda çi ne?”    Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de posterê Abdullah Ocalan hate bilindkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û Newroz li gelan pîroz kir.      ‘SILAVÊN BIRÊZ OCALAN JOB HEMBAJARIYÊN XWE HENE’    Tuncer Bakirhan, anî ziman ku Xelfetî ji bo nasnameya Kurdan û têkoşînê xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Xelfetî, ji bo jiyaneke wekhev a li vê xakê navendeke girîng e. Kurd li Xelfetiyê bûn, li Xelfetiyê rabûn ser pêyan. Bi têkoşîna birêz Abdullah Ocalan ê Xelfetiyî re digihije nasname, rûmet û aştiya xwe. Em gelek keyfxweş in ku starta Newrozê li vir didin. Hêj çendek roj berê me li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Gelek silavên birêz Ocalan ji bo hembajariyên xwe, xelkê Xelfetiyê hebûn. Newroza we pîroz kir. Hêvîdarim di vê meha pîroz Remezanê de daxwazên we qebûl bibin û bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan ku di Newrozên din de bi me re be. Tenduristiya birêz Ocalan baş bû û mirûzê wî xweş bû.”    ‘DÊ BIBE SALA AZADIYA GELÊ KURD’    Bi domdarî Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025’an dê bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha domand: “Dê bibe starta bidestxistina maf û hiqûqa xwe. Ev Newroz ji bo me tevan gelek girîng e. Ji bo pîrozkirina van Newrozan me can da, bedelên giran dan. Me gelek heval û rêhevalên xwe winda kirin. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Muhsîn Melîk, Ferîdun Yazar, Îbrahîm Ayhan de hemû kesên jiyana xwe ji dest dayin birêzdarî bi bîr tînim. Tu tiştek vala nebçû, tu ked vala nehate dayin. Îroj em li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayin, êdî têkoşîna kesên bedel dayin dê bi xwe re hemwelatiya wekhev û demokrasiyê ji bo gelan bîne. Em di qonaxeke dîrokî de ne ku rojên xweş li pêşiya me ne.”    ‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ BÊN BIDAWÎKIRIN’    Bakirhan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ev bang, banga vexwendina demokrasî û aştiyê ye. Banga vexwendina xwişk-biratiyê ye. Banga bidawîkirina polîtîkaya înkarê ya sed sal in didome ye. Ev bang, banga pêkvejiyana wekhev a Kurdan, Elewiyan û gel û baweriyên din e. Lewma divê di serî de em xwedî lê derkevin. Ji ber ku di vê bangê de dibêje ku bila Kurd bibin hemwelatiyên wekhev, bila jin neyên qetilkirin, bila mafên ciwanan bên dayin û pêşeroja wan neyê dizîn. Dibêje bila li îradeya Xelfetiyê qeyûm neyê tayînkirin û înkara sessalan bi dawî bibe. Lewma weke hembajariyên birêz Ocalan, divê herî zêde hûn ciwan û jin xwedî li vê bangê derkevin. Gelo ciwanên Xelfetiyê amade ne ku xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û mal bi mal, kolan bi kolan vebêjin? Jinên hêja, birêz Ocalan silava herî mezin ji we re şand. Got; ‘Pirsgirêka jinê mezintirîn pirsgirêka cîhanê ye.’ Gelê Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek pêş ketin. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji Hindistanê heta Arjantînê deng veda û têkoşîna jinên Kurd ji bo cîhanê bû mînak û veguherî modelekê. Kedeke mezin a birêz Ocalan di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye.”    ‘GELO HÛN AMADE NE VÊ BANGÊ BIGIHÎNIN GELAN?’    Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna birêz Ocalan çiqasî ji bo mafên demokratîk ên gelê Kurd bin, ewqas jî ji bo azadiya jinan e. Lewma jî yek ji dînamîkên ku divê herî zêde xwedî li vê bangê derkeve jî hûn hevalên jin in. Gelo hûn amade ne vê bangê bigihînin gelên Turkmen, Ereb ên li Xelfetî û Rihayê dijîn? Birêz Ocalan di bangê de dibêje ‘ bila xwîn nerije. Bila êdî ciwanên Xelfetiyê jiyana xwe ji dest nedin. Bila êdî birayên me yên Çanakkale, Edîrneyê nemirin. Li şûna pevçûn û tundiyê, em pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bikin. Em Tirkiyeyê demokratîk bikin. Em Tirkiyeyeke demokratîk a ku êdî mirov nayên girtin, nayên qetilkirin û ji ber fikrên xwe destên wan nayên kelemçekirin ava bikin.’    Tenê dê Tirkiye ji vê bangê bibandor nebe. Dê bandorê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jî bike. Binêrin, piştî banga birêz Ocalan di navbera HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de mutabeqetek hate îmzekirin. Di vê mutabeqetê de wekî birêz Ocalan gotibû, têkoşîna hevparbûna rêveberiyê ya Kurdan bû. Banga wê ye ku Kurdên bênasname bi nasnameya xwe û weke hemwelatiyên wekhev di Sûriyeyeke demokratîk de cih bigirin. Banga birêz Ocalan li her çar aliyên cîhanê deng veda. Cara ewil ji bo bangekê ji her çar aliyên cîhanê piştgirî hate dayin. Ji ber ku di banga birêz Ocalan de xwişk-biratî heye, edalet û wekhevî heye. Jiyaneke mirovane heye. Bêyî bên biçûkxistin, jiyaneke bi nasname û mirovane ya Kurdan heye.    NETEWE DEWLETA YEKPEREST HATE FERZKIRIN   Ev sed sal in netewe dewletên yekperest li Rojhilata Navîn hatin ferzkirin. Gelo ma ev bû çareserî? Rojhilata Navîn veguherand gola xwînê. Li Sûriye, Iraq, Îran û li gelek welatên Rojhilata Navîn dewletên yekperest ên ne li gorî xaka Rojhilata Navîn derket holê û divê ev dewlet êdî tune bibin. Em niha di qonaxa serdemeke ku hemû gel û bawerî bi hev re, wekhev û azad dijîn de ne. Heke em wekheviyê bixwazin, heke em bixwazin ev rejîm biguherin, divê mîna îro li Xelfetiyê em xwedî li banga birêz Ocalan derkevin, vebêjin, birêxistin bikin û mezin bikin da ku bi hev re bi ser kevin.    Sed sal berê li Rojhilata Navîn gel û bawerî bi hev re dijiyan. Her tişt bi vê netewe dewletên yekperest dest pê kir. Selahedîn Eyyubî bi sedan sal berê li vê xakê rêveberiya xwe ava kir û tu ferq û cudahî di navbera Kurdan, Elewiyan, Tirkan û Suneyan de nekir. Cihêkarî nedkikir. Di vê feraseta ku Selahedîn Eyyubî sedan sal berê dabû destpêkirin û niha birêz Ocalan didomîne de xwişk-biratî û aştî heye. Pêkvjiyan heye. Zemîneke ku mirov bêyî şer, bêyî pevçûn, bêyî xwîn û bi nasnameya xwe bikarin bijîn heye. Ev heqîqet dê bi piştgiriya we bidome. Sedsal piştre dîsa Selahedîn Eyyubekî Kurd derket û got; ‘Ez înkarkirina Kurdan qebûl nakim, tunehesibandina Elewiyan, qetiklirina jinan nas nakim. Avakirina Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîneke ku Kurd, jin û Elewî tê de wekhev dijîn û cihêkarî lê nayê kirin pêkan e.’ Mirov çiqas pê serbilind be dîsa jî kêm dimîne. Ev tevek jî ji hêla hembajariyê we, xizmê we birêz Abdullah Ocalan ku li ser vê xakê jiyaye ve hatin kirin. Xelfetî çiqas bi xwe serbilind be dîsa jî kêm dimîne.    SEDSALA 21'EMÎN SEDSALA AZADIYÊ YE   Birêz Ocalan ev yek ji me re got; ‘Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî Kurdan, Elewiyan û jinan nabe. Li Sûriyeyê demokrasî bêyî Kurdan, Êzidiyan, Ermenan û gel û rengên wê derê nabe.' Ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn ku dinyayê nekariye jê re bibe çareserî, rêyek vekir û bi paradîgmaya birêz Ocalan re ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo cîhanê bû mînak. Em serbilind in ku kesayetekî mîna birêz Ocalan ku ji bo mirovahiyê têdikoşe û 27 sal in di hucreyeke 12 metrekareyê de têdikoş e rêheval û rêberê me ye. Lewma jî divê em bi hev re tovê banga birêz Ocalan kiribû bixebitin û mezin bikin. Bêyî cihêkariyê em ê bi nasname û rûmeta xwe, wekhev û bi xwişk-biratî bijîn Banga birêz Ocalan dibêje ku sedsala 21’emîn bêyî Kurdan nabe. Sedsala 21’emîn bêyî Kurdan, demokrasî û wekheviyê nabe. Birêz Ocalan dibêje ku sedsala 21’emîn sedsala Kurdan e, sedsala wekhevî û azadiyê ye. Belê, em jî tev li birêz Ocalan dibin. Sedsal piştre care ewil e ku firsendek derket pêşiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Niha jî ji bo vê firsendê bi demokrasî û wekheviya gelan tacîdar bikin, erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Gelo hûn li gel me ne ku em vê berpirsyartiyê bi layiqî bicih bînin? Hûn jî li gel me ne ku bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, alaya wan bi serfirazî bilind bikin? Hûn jî ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bi me re ne? Gelo hûn jî li gel me ne ku Tirkiyeyeke yekperestî, pergaleke adilane, wekhev, xizan têr û her kes bi nasnameya xwe dijî ava bikin?    EM Ê PARADÎGMAYÊ BIPARÊZIN Û BIRÊXISTIN BIKIN   Ev bang, dawî nîne. Banga bihêzkirina têkoşînê ye. Bi vê bangê re tu tiştek bi dawî nabe. Bi vê bangê re jinûve dest pê dike. Ciwanno, berpirsyartiya me ye ku em vê bangê bi ruhê ciwanan birêxistin bikin. Berpirsyartiya me ya xwedîderketina li vê bangtê heye. Em niha li vir bi hezaran kesan re ne lê em ê ji vir û şûnde bi Tirk, Turkmen, Kurd û gelên din re xwedî li paradîgmaya herî rasteqîn, rast û adilane ya sedsala 21’emîn derkevin, biparêzin û birêxistin bikin.    BANG LI MECLISÊ KIR   Belê, birêz Ocalan bang kir lê îktîdarê heta niha jî gavek neavêtiye. Em li vir, bang li îktîdarê dikin. Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike ava bikin? Hûn li benda çi ne? Divê ji ewil şert û mercên muzakere û jiyanê yên birêz Ocalan bên başkirin. Piştre jî zemîna berdana rêhevalên me Selahattîn, Fîgen, Leyla û Ayşeyan were amadekirin. Di heman demê de em ê helwesta deletê ya li dijî vê bangê hîn bibin. Em bang li îktîdara qeyûm tayînî Xelfetiyê kirî dikin; heke hûn jidil bin wê demê dîsa hevşaredarên me li peywirên wan vegerînin. Qeyûman paşve bikişînin û dev ji vê zîhniyeta qeyûmperest berdin. Ji ewil di qanûnan de sererastkirinan bikin ku Kurd û gelên din ên Tirkiyeyê bi hev re wekhev û azad bijîn. Ez bang li Meclisê dikim; ev bang bangekî dîrokî ye û rola xwe bilîze û sererastkirinên qanûnî pêk bîne. Ez we tevan bi rêzdarî silav dikim.”    Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend Arhat derket sr dikê û stranên xwe got. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.