Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin 2025-03-14 13:09:54   ÎZMÎR - Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Kiriklarê girtî dimîne û tahliyekirina Yildirim 9 mehan hat taloqkirin. Serlêdana li dijî astengkirina berdana Yildirim ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 4’emîn a Îzmîrê ve hat redkirin.   Lijneya Îdarî û Şopandinê serlêdana der barê taloqkirina 9 mehan a serbestberdana Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ê ku 30 sal in girtî ye red kir. Yildirim ê ku diviyabû di 27 'ê Sibatê de bihata berdan' taloqî 27'ê Kanûna 2024'an hat kirin. Îtiraza parêzerên Yildirim ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 4’emîn a Îzmîrê ve bi hinceta ku biryar guncaw e hate redkirin.   Di biryara redê de hevdîtinên Yildirim û nameyên ku standine û şandine weke ''domandina xebatên rêxistinî'' hatin nirxandin. Sedemeke din a redkirina dadgerê înfazê jî weke "poşmanî nîne" û "îfadeyeke samîmî ya ku wî ji rêxistinê veqetandiye û ti hewldaneke aktîf nîn e" hat rêzkirin.   PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIR   Parêzeran îtiraz birn dadgeheke bilindtir û serî li Dadgeha Cezayê Giran dan. Her wiha daxwaznameyên ku daxwaza berdanê dikin ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Nîştimaniya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), Serokatiya Parlamentoyê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hatin şandin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Nevroz Ûysal jî li ser taloqkirina berdana Yildirim pêşnûme pirsek pêşkêşî meclîsê kir.   Di serlêdana li Dadgeha Cezayê Giran hat kirin de bal hat kişandin ku biryar kêfî û li dijî hiqûqê ye. Yildirim îtiraz a derbarê Yildirim de biryara redkirinê da zanîn ku heta niha derbarê Yildirim de ti