TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî 2025-03-14 14:17:13   AMED - TJA’yê têkildarî bi boneya wefata Dayika Aştiyê Sakîne Arat daxuyanî da û got: “Dayika Sakîneyê dê di têkoşîna me de bijî.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî koça dawî ya Dayika Aştiyê Sakîne Arat daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sakîne Arat ji bo aştî, azadî û wekheviyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa da.   Daxuyanî wiha dom kir: “Her weke tê zanîn di têkoşîna azadiya jinan û ya gelê Kurd de bi hezaran jin û dayikan têkoşîneke bêhempa dane. Dîroka berxwedanê nivîsandine û di vê rêya heqîqeta azadiyê de nemir bûne. Ji dayika Uveyşê heta dayikên Fatma Ateş, Taybet, Mulkiye Alp û heta dayika Sakîne Arat, bi hezaran dayikan pêşengî ji têkoşîna azadiyê re kirine. Di vê rêya heqîqeta azadiyê de berdêlên herî giranbuha dane û di vê xetê de nemir bûne.   Dayika Sakîne Arat a ku 4 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurd û ya mirovahiyê de da ye, piştî têkoşîna xwe ya bêhempa ya zêdeyî 50 salan, duh çû ser dilovaniya xwe. Em bi bihîstina wefata dayika Sakîne pir xemgîn in. Lewra dayika Sakîne, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya bênavber dayî, dîroka berxwedan û têkoşîna azadîya her zindî hiştiye.    Dayika Sakîne ku di heman demê de dayika rêhevalê me Cemal Arat e, di sala 1984'an de li dijî faşîzma Tirkiyeyê, cuntaya leşkerî, zilm, zordarî, înkar, komkujî, polîtîkayên bişaftin û bîyanîbûna li ser ziman, çand û hebûna Kurdan û li dijî îşkencekar Esat Oktay, ala azadiyê bilind kir. Bi gotina  ‘Berxwedan jiyan e’ ji nû ve vejîn afirand.    Dayika Sakîne jî bi berxwedêrên Zindana Amedê re pêşengî ji vê vejînê re kir û bû şahida vê dîroka zindî. Ev dîroka zindî roj bi roj jiya û şahidî kir. Ji berxwedana Zindana Amedê, ji têkoşîna edaleta Dayikên Şemiyê, ji grêvên birçîbûnê heta têkoşîna Dayikên Aştiyê, ew heta dawiya emrê xwe bû mertalek a zindî. Ji bo aştî, azadî û wekheviyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa da. Bêguman wê, bi dîroka xwe zindî her tim rêya me ronî dikir û rê li ber mezinkirina têkoşîna me ya azadiya jinan a gelê Kurd û mirovahiyê vekir.    Em di serî de ji malbata xwe ya bi nirx û pîroz, ji Dayikên Aştiyê û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em di kesayeta dayika Sakîne Arat de hemû jin û dayikên ku di rêya heqîqeta azadiyê de nemir bûne bi rêzdarî û biminet bi bîr tînin û bejna xwe li ber berxwedan û têkoşîna wan ditewînin. Weke Tevgera Jinên Azad (TJA) em soz didin ku dê dayika Sakîne Arat û hemû berxwedêrên heqîqetê yên nemir, heta dawiyê di têkoşîna me ya azadiya jinan û ya mirovahiyê de bijîn.”