Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike 2025-03-15 09:07:12 ESKÎŞEHÎR – Zanyara siyasetê Yasemîn Ozgunê diyar kir ku desthilat li hemberî banga Abdullah Ocalan tu gavên berbiçav neavêtiye û got: "Ji ber ku heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin, gumanên li ser vê mijarê kûrtir dibin." Gengeşeyên der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de bi Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a di heman rojê de hat kirin dewam dikin. Bi vê re PKK’ê agirbest daxuyand, lê desthilatê hê jî gavên berbiçav neavêtiye. Gelek kom hemfikir in ku ji bo ku pêvajo li ser bingeheke mayînde bê avakirin divê desthilat gavên berbiçav bavêje.    Akademîsyena Aştiyê û Zanyara Siyasetê Doç. Dr. Yasemîn Ozgunê anî ziman ku berfirehkirina mafên demokratîk û sererastkirinên hiqûqî ji bo siberoja pêvajoyê gelekî girîng in.   Yasemîn Ozgunê diyar kir ku banga Abdullah Ocalan wê şert û mercên hawirdoreke ku mirov bi hev re di nava aştiyê de bijîn biafirîne û got: "Her gava ji bo aştiyê tê avêtin erênî ye. Tişta ku mirovan ditirsîne ev e: eger bi vî rengî dewam neke, dê karesatek pêk were. Ji ber ku di vê mijarê de heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin, gumanên di vî warî de zêde dibin."   Yasemîn Ozgunê diyar kir ku civak di pozîsyona şopandina tiştên diqewimin de ye û ji ber ku gavên berbiçav nehatine avêtin, civak bi tevahî xwedî li pêvajoyê dernakeve û got: "Aştî û biryarên ku ji jor ve tên girtin, di çavên civakê de tam wateya xwe nade der; civak tercîh dike ku hinekî din bisekine û bibîne. Em hê nîşaneyên pir zelal nabînin ku civak tam xwedî lê derdikeve. Ji lew re li holê gavên berbiçav tune ne. Meseleya qeyûm, rewşa girtiyan... Yanî hê gelek pirsgirêk didomin; lê ji aliyekî ve jî hêviyê dide. Ev, pêvajoyeke ku divê zelal be. Ji xeynî çend gotinên serokkomar hê me nêrînên wî yên der barê pêvajoyê de nebihîstine. Yanî li aliyekî tiştekî ku dimeşe heye, lê di warê xwedîderketinê de hê gavên qanehke rnehatine avêtin."    'DIVÊ OCALAN BI AWAYEKÎ AZAD HEVDÎTINÊ BI DERDORA XWE RE BIKE'   Yasemîn Ozgunê der barê şert û mercên xebata azad a Ocalan de jî wiha got: "Divê bigihê hin çavkaniyan û bi awayekî azad hevdîtinê bi derdora xwe re bike."    Yasemîn Ozgunê bal kişand ser bandora Meclisê ya li ser pêvajoyê û got: "Divê di Destûra Bingehîn de hin guhertin bên kirin, ji bo berfirehkirina mafên hemwelatîbûnê, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, zêdekirina maf û azadiyên din ên demokratîk bên avêtin. Li aliyê din di qada hiqûqî de pirsgirêkên darazê hene. Gelek maf û azadî bi hincetên wekî 'têkiliya bi terorê' re tên astengkirin. Divê ev ji holê bên rakirin û dawî li tayinkirina qeyûman bê. Divê rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîk ên girtî bên berdan."    MA / Enes Beyaz