Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin 2025-03-16 09:00:54   STENBOL - Pîrozbahiyên Newrozê wê li zêdeyî sed navendên Ewropayê bên lidarxistin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zûmrût got ku dirûşma pîrozbahiyan ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.   Li welatên Ewropayê wê îsal li zêdeyî sed navendan pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Tê payîn ku bi sed hezaran ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadên Newrozê bin.   Hevseroka Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut têkildarî pîrozbahiyên ku wê bên lidarxistin axivî. Zumrut da zanîn ku dirûşma wan a îsal ev e; ‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me azadiya me ye’ û wiha got: “Li ser banga Rêber Apo me dest bi civînên gel ên berfireh kirin. Em bi beşên cuda re hatin cem hev. Yek bi yek serdan hatin kirin. Xebatên me piştî Newrozê wê bidomin. Di hevdîtin û serdanan de me dît ku banga Rêber Apo gelekî cidî girtiye. Bi dîtina wêneyê Rêber Apo re moral û motîvasyoneke gelekî cidî di nava gel de afirand.”   LI DEHAN NAVENDAN MEŞ     Zubeyde Zumrut diyar kir ku di şeva 20'ê Adarê de bi pêşengiya ciwanan wê li zêdeyî sed navendên Ewropayê meşên meşaleyî yên hemwext bên lidarxistin û wiha axivî: “Pîrozbahiyên îsal wê ji 20 'ê Adarê dest pê bikin û heta 30 'ê Adarê dewam bikin. Li Ewropayê pîrozbahî wê li hin cihan di asta navendî de û li hin cihên din jî di asta herêmî de bin. Almanya, Fransa, Hollanda, Swîsre, Danîmarka, Marsîlya wê weke navenda xwe bê pîrozkirin. Almanya 29'ê Adarê, Franas 22'yê Adarê, Marsîlya 23'yê Adarê, li Swîsreyê wê 22'yê Adarê û 30'ê Adarê jî Viyanayê pîroz bike. Agirê Newrozê li hemû welatên Ewropayê bê vêxistin.”   Zumrut bal kişand ku Newroza îsal ku xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: "Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike. Birêz Ocalan hê jî di hucreyê de ye, ne azad e. Coşa 8 'ê Adarê û ruhê berxwedanê wê li qadên Newrozê bê nîşandan."   Zubeyde Zumrut anî ziman ku dewletê heta niha li hemberî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan gav neavêtiye û wiha got: "Hê jî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike. Bi vê rastiya li pêşiya me re, ji bilî qîrîna dengê ji bo azadiya Rêbertiya me, ti çareya me nîne. Ji qadên Newrozê em ê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bikin. Li ser banga Rêber Apo ji raya giştî ya Ewropa û cîhanê re reaksiyonên gelekî erênî û girîng hatin nîşandan. Ji pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêwîste her kes di Newrozê de rola xwe ya dîrokî bilîze. Di vî warî de erk û berpirsyariyên me hemûyan hene. Em banga dîrokî ya Rêber Apo hembêz dikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dirûşma me ya bingehîn e."   MA / Esra Solîn Dal