Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir 2025-03-16 12:35:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma bîranîna Komkujiya Helebceyê ku dê sê rojan bidomin, îro bi meşekê dest pê kir.    Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê ya Iraqê li Helebce ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi gazên kîmyewî bombebaran kir. Di komkujiyê de zarok, jin kal û ciwan jî nav de zêdetirî 5 hezar kesên hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî birîndar û winda bûn.    Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di salvegera 37’emîn a komkujiyê de tên bibîranîn. Bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê, li ber derê Baxê Giştî ya Helebceyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm, bi meşekê dest pê kir. Meş dê heta bîrdariya Helebceyê bidome.    Tê payîn ku merasîma îsal 3 rojan dewam bike. Dê di nava 3 rojan de gelek peyam, berhemên hunerî, panel û semîner bên pêşkeşkirin.