Endamên DÎK’ê çûn serdana şîna Sungur 2025-04-13 15:35:52   WAN - Endamên DÎK’ê çûn serdana şîna siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Sungur.    Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) çûn serdana şîna siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Sungur ku di 11’ê Nîsanê de li Antalyayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Şîna Sungur, li Mala Şînê ya li Hayretiye ya Kevin a li Taxa Halîlaga ya Wanê hate danîn. Gelek alimên ji Amed, Mûş, Mêrdîn, Bedlîs û Colemêrgê hatin Wanê, çûn serdana şîna Sungur.    Hevberdevkê DÎK’ê Emîn Ay di şînê de axivî û got ku Sungur di tevahiya jiyana xwe de ji bo yekitî û azadiya gelan têkoşiya. Ay, diyar kir ku Sungur ji bo wan her tim bû mamosteyeke rêber û ev tişt anî ziman: “Em ê bibin şopdarên rêya wî. Mamoste Îbrahîm ji bo me kesekî gelek bi qedir bû. Pirtûk û gotarên nivîsandî dê her tim rêya me ronî bikin.”    Herî dawî jî di şînê de dua hatin kirin.