Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir 2025-04-23 12:00:24 RIHA - Remzî Asal ku pezê xwe firot û ji bo rêwiyan“mêvanxane” ava kir, kesên di rê de mane li vir dihewîne, şorbe û çaya germ dide wan. Asal, got: “Felsefeya me ‘qencî ye’, ‘xwezanîn e’.” Welatiyê bi navê Remzî Asal (43), li şîreta bapîrê xwe ya “Heke Xwedê mal û milk bide, divê mirov parve bike” guhdar dike û li gundê xwe ji bo rêwiyan “mêvanxane” ava kir. Asal, ji çanda “mêvanxaneyan” ên di demên berê de li gundên Kurdistanê hebû bandor dibe û serpêhatiye wî dest pê dike. Di mêvanxaneyê de her tişt bêpere ye. Asal, dema vê fikra xwe bi xizmên xwe re parve dike, piraniya wan jê re dibêjin “tu dîn bûyî.” Lê Asal guh nade wan, pezê xwe difiroşe û dest bi avakirina mêvanxaneyê dike. Mêvanxane, li 8 km’an dûrî navçeya Sêweregê ya Rihayê hatiye avakirin û kesên li vir bûne mêvan, navê “Dergâhê” lê kirine. Dergâh, mêvanên xwe bi tabelaya “Pere li vir naçe” pêşwazî dike. Dergâh, li gundê Axirceyê hatiye avakirin. Tu qilfeyên deriyê mêvanxaneyê nînin û şorbe û çay ji mêvanan re tê dayin. Mêvanxaneya ku tiştên kevnar ên balê dikişînin ser çanda civakê tê de hatine bicihkirin, bi temamî li ser fikra “mêvanperweriyê” hatiye avakirin. Remzî Asal, Dergâh bi felsefeya zindîhiştina çandê ava kiriye û dibêje ku ji bo çanda wan tune nebe ev gav avêtiye.      'MIN PEZÊ XWE FIROT Û AVA KIR’    Asal, anî ziman ku bingeha fikra wî xwe dispêre feraseta “Bi qasî pêdiviya xwe bigire û bi kar bîne.” Asal, diyar kir ku ji bo ev fikr li herêmê tune nebe wî dest bi avakirina mêvanxaneyê kiriye û wiha got: “Çêkirina wê di sala 2022’yan de temam bû. Bi taybet jî di erdhejên 6’ê Sibatê de bi ser wateya armanca çêkirina wê gihiştim. Heta 20 saliya xwe jî li gund bûm. Piştre ji bo xwendinê ji navçeyê derketim. Dema vegeriyayîm, min debara xwe bi ajalkariyê kir. Piştre jî ketim ser vê rêyê. Min xwest çanda dapîr û bapîrên xwe zindî bihêlim. Min ev der bi feraseta ‘mêvanperweriyê’ ava kir. Derdora 200-300 miyên min hebûn. Min ew firotin û ev der ava kir. Ji bo kesên ji derve weke cihekî ticaretê nebînin jî min gelek hewl da. Jixwe kesên tên vê derê bi dîtina ewil re fêm dikin ku tu aliyê wê yê ticaretê nîne.”    HEWLDANA DOMANDINA ÇANDA KURDISTANÊ    Asal, got ku di demên berê de gundiyên Kurdistanê li naverasta gund ji bo mêvanan “malên mêvanan” ava dikirin û ev tişt anî ziman: “Min jî ew esas girtin. Rêwî li wan malan diman û piştre didan ser rêya xwe. Dema wiha dibû jî têkiliyên wan baş dibûn. Lê niha dibînim ku ev çand hatiye terikandin. Me ev der bi temamî ji bo kesên westiyayî, yên li cihekî germ digerin, ji bo dayina şorbe û çayeke germ ava kir. Malên mêvanan ên berê çawa bin me ev jî bi heman ferasetê ava kir. Weke mînak, daşir û serşoka wê li derve ne. Tenê pacekê wê heye û hemû tiştên xwarin û vexwarinê tê de hene. Di esasê xwe de ev berhema felsefeyekê ye. Dixwazim bi vî awayî li vir were nihêrtin. Lewma divê bi çavê ‘tesîsa bêhnvedanê’ li vir neyê nihêrtin. Em jê re dibêjin ‘xan’ lê ew ji ber mezinahiya wê ye. Bapîrê min digot; ‘Heke Xwedê mal û milk bide, divê mirov parve bike.’ Anku bi qasî te têr dike bi kar bîne û yê din jî belav bike. Ev feraset li cem me zêde heye. Mezinên me, wisa difkirîn ku divê mirov ji bo hemû zindiyan sûdewer bin. Di bingeha avakirina vê derê de jî ev fikir heye. Ez vê derê aydê xwe nabînim. Lewma nifte, qilfe û hwd. tune ne. Kengî bixwazim terka vir dikim û diçim.”    'DI ERDHEJÊ DE QEDRÊ XANÊ HAT ZANÎN’    Bi domdarî Asal anî ziman ku di dema erdhejên Mereşê de li xanê şorbe germ dikir û ji mexdûrên erdhejê yên Semsûrê re dibir. Asal, got: “Qedrê xanê wê demê baştir hate fêmkirin. Ev der bêhtir watedar bû. Çêkirina xwarinê ya li xanê, di dema erdhejê de pêş ket. Piştî erdhejê pêdiviyên me zêde bûn. Ji ewil min ev der ji bo cihê razanê ava kiribû. Lê bi erdhejê re min ferq kir ku mirov dê birçî bimînin. Lewma min got divê mirov her tim bikarin şorbeyeke germ vexiwin.”    ÇÎROKA XWE Û YÊN RÊWIYAN KIR PIRTÛK    Asal, got ku ji bo çêkirina xanê kevirên bazaltê bi kar aniye û li gorî kevneşopiya herêmê ava kiriye. Asal, wiha got: “Bi vê yekê re me xwest avahiyekî klasîk ê Sêweregê ava bikin. Min hem çîroka xwe hem jî ya rêwiyên hatin vê derê kir pirtûk. Navê wê ‘Hêviyên Ketin Rêyê (Yola Düşen Umutlar) ye. Du bergên wê hene.”    LI BENDA MÊVANÊN XWE YE   Asal, da zanîn ku li Sêweregê tevî hevjîn û 4 zarokên xwe debara xwe bi ajalkariyê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû rêwiyan vedixwînim Dergâhê. Bi taybet di erdhejê de me qedrê vê derê baş zanî. Me pirsa em çima vê jiyanê dijîn ji xwe kir. Me li vir mirov nas kirin. Felsefeya me ‘qencî ye’, ‘xwezanîn e’. Dema em daran jî diçînin ne bi feraseta ‘bila vir bisekine ez ê li bin siya wê bêhna xwe vedim’ nayê danîn. Bi feraseta ‘bila kesek were di bin siya wê bêhna xwe vede’ tê danîn. Dizanim ku mal û milk ji kesekî re namîne. Ev, felseya hişyarbûnê û xwerizgarkirina ji nezaniyê ye.”    MA / Ceylan Şahînlî