Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne 2025-04-23 14:07:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya erdheja li Stenbolê daxuyanî dan û gotin: “Em bi hemû hêz û derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan têkildarî erdheja li Stenbolê ya bi pileya 6.2’yê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan.    Bakirhan, di peyama xwe de hêvî kir ku tu windahiyên canî û hilweşîn nebin û got: “Em bang li rayedaran dikin ku hemû cureyên xebatan bikin û tevdîran bigirin. Daxwaza me ya ji hemû welatiyan ew e ku neçin cihên girtî û xwe ji hilweşîna ji ber paşlerzan biparêzin. Weke DEM Partiyê em bi hemû derfet û hêza xwe bi xelkê Stenbolê re ne.”    Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku ji ber erdheja Stenbolê tirsiyane û hêviya başiyê kir. Hatîmogûllari, got: “Hêvîdarin tu windahiyên canî çênebin û xwîn ji pozê tu welatiyên me neyê. Em dibihîsin ku hêj paşlerz çêdibin lewma ji kerema xwe li cihên girtî nemînin û tavilê xwe bigihînin cihên kombûnê. Weke DEM Partiyê em bi hemû derfet û hêza xwe bi xelkê Stenbolê re ne.”