Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê 2025-04-23 15:58:37   STENBOL - Welatiyên ji ber erdheja bi pileya 6.2’yê ketin nava tirs û xofê, ji malên xwe derketin û Parka Geziyê tije kirin.    Li Sîlîvrî ya Stenbolê îro bi pileya 6.2’yê û pileyên cuda gelek erdhej çêbûn. Erdhejan, di nava gel de rê li ber tirs û xofeke mezin vekir. Welatiyên ku ji malên xwe derketin, Parka Geziyê tije kirin. Hêj jî paşleriz didomin. Welatiyan, li derve kon vedan û amadekariyan dike ku bi şev li derve bimînin.