Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome 2025-04-28 10:50:04   STENBOL - Nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin daxuyaniyeke nû da û got: “Mixabin metirsiya li ser jiyana birêz Onder her ku diçe zêdetir dibe. Lê belê em ê bi sebir tedawiyên xwe bidomînin.”     Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Onder ev 13 roj in li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel ku hemodînamîk stabîleteya xwe di bin tedawiya piştgiriyê ya ECMO û înotprotîkê de diparêze jî, mixabin tabloya norolojîk her ku diçe xerab dibe. Em niha di qonaxeke din a xetere de ne. Refleksa nexweşê me zeîf bûye, werma mejî didome. Mixabin metirsiya li ser jiyana wî her ku diçe zêde dibe. Lê belê em tedawiyên xwe bi sebireke mezin didomînin.”