Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin 2025-04-28 12:11:19 STENBOL - Rêxistinên civaka sivîl û baroyan diyar kirin ku dê naskirina “Mafê hêviyê” ji bo aştiya civakî û mafên mirovan sûdewer be û gotin: “Divê tavilê di qanûnan de sererastkirin bên kirin.” Rêxistinên civaka sivîl bi daxwaza guhertina cezayê “heta mirinê mayina di girtîgehê de” û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, li avahiya Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Di metna daxuyaniyê de îmzeya zêdetirî 30 rêxistinên civaka sivîl û gelek baroyan jî heye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn bi bîr xist ku piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hatiye rakirin û got: “Mafê hêviyê xelatkirina girtiyan nîne, mecbûriyeteke. Tirkiye, yek ji îmzevanên Peymana Mafên Mirovan (PMME) e û mecbûr e biryarên DMME’yê cîbicî bike. Ev yek, peywira Tirkiyeyê ye.”    'EM Ê SERÎ LI KOMÎTEYA WEZÎRAN BIDIN’    Ji Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serkan Kiliç diyar kir ku divê rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê biguhere û heke di qanûnan de sererastkirinên pêwîst neyên kirin, ew ê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bidin.    BIRYARÊN DMME’YÊ BI BÎR XIST   Hevseroka TOHAV’ê Destîna Yildiz jî diyar kir ku li gorî DMME’yê divê cezayê hefsê yê heta mirinê demek piştre divê jinûve were nirxandin, pêşiya berdana bişert were vekirin û vê yekê weke mafekî bingehîn qebûl dike. Destîna Yildiz, da zanîn ku kesên ji ber tawanbariyên weke “Sûcên li dijî ewlehiya dewletê”, “sûcên li dijî pergala destûra bingehîn û rêvebirina wê” û “sûcên li dijî parastina neteweyî” cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn nikarin ji derfetên berdana bişert sûd bigirin. Destîna Yildiz, bi domdarî biryara “Ocalan (2)” ya DMME’yê bi bîr xist û got ku nenaskirina “Mafê hêviyê” tê wateya cezayê mirinê.    Destîna Yildiz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rejîma înfazkirina cezayê hefsê yê muebbeta girankirî de, girtî di tevahiya jiyana xwe de di şertên tecrîdê de tên ragirtin,  ji civakê tên qutkirin û mehkûmî tenêtiyeke ku texrîbatên wê tu caran nikarin bên serûberkirin tên kirin. Bi vî cezayî re mafê hebûna hiqûqî ya kesan ji dest tê girtin, dibêtiya dîsa vegera nava civakê bi temamî ji holê tê rakirin. Di çarçoveya biryarên DMME’yê de; divê cezayê muebbeta girankirî ya li Tirkiyeyê ku dibêje ‘heta mirinê dê girtî bimîne’ li gorî xala 3’yemîn a Peymanê were sererastkirin. Piştî hikûmxwar qismekê cezayê xwe înfaz kir, hewceye cezayê wî/wê jinûve were nirxandin û divê mafê daxwaza berdana bişert a girtî were naskirin.”    'DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’   Di berdewama axaftina xwe de Destîna Yildiz bi lêv kir ku Tirkiye tevî biryara DMME’yê jî gavan naavêje û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di meha Îlona 2025’an de ji bo nirxandina vê mijarê dîsa bicive. Destîna Yildiz, got ku niha li girtîgehan zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn hene û wiha pê de çû: “Ji bo ku Tirkiye li hemberî vê rewşa heyî bikare îdiaya dewleta hiqûqê bike, hewceye vê rejîma înfazê jinûve bigire dest û ji bo mafê hêviyê di qanûnan de sererastkirinan bike. Di vê çarçoveyê de; divê ji bo girtiyan mekanîzmayên serbixwe û birêkûpêk ên jinûvenirxandina rewşa girtiyan bên avakirin û ceza û pergala înfazkirinê li gorî rûmeta mirovahiyê bên sererastkirin. Her wiha; weke mecbûriyeteke ji PMME’yê û normên mafên mirovan ên navneteweyî, ji bo avakirina pergaleke cezayê ya adilane, divê demildest gavên qanûnî û îdarî bên avêtin.”    Bi domdarî Destîna Yildiz destnîşan kir ku rojevbûna “Mafê hêviyê”, ji hêla arastekirina Tirkiyeyê ya ber bi demokratîkbûn û hiqûqa mafên mirovan de firsendeke girîng e û wiha axivî: “Weke ku hatiye gotin; nîqaşên li ser zemîna mafê hêviyê, biqasî hiqûqîbûnê di heman demê de aliyên wê yên siyasî û civakî jî hene. Lewma, jinûveavakirina pergala edaletê ya li ser bingeha mafê hêviyê, ji hêla aştiya civakî û mafên mirovan ve pêwîstiyeke.”    Destîna Yildiz, got ku naskirina “Mafê hêviyê” hewcehiyeke û axaftina xwe wiha qedand: “Divê tu kes ji mafê hêviyê û ji şensê jiyanê neyên mehrûmkirin. Tirkiye ji bo ku bibe welatekî demokratîk û ji bo bibe dewleta hiqûqê, divê mafê hêviyê nas bike û ji bo rakirina rejîma înfazê ya cezayê heta mirinê, tavilê di qanûnan de sererastkirinan bike. Venihêrtina vê mijarê jî di heman demê de berpirsyartiya partiyên li parlamentoyê, komeleyan û civaka sivîl e. Em bang li tevahiya derdorên civakê dikin ku li ser bingeha edalet û rûmeta mirovahiyê, ji bo rakirina rejîma înfazê ya heta mirinê û naskirina mafê hêviyê dengê xwe derxînin.”    SAZIYÊN METN ÎMZE KIRIN    Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Weqfa Aştiyê, Kolektîfa Lêkolînan a DEMOS’ê, Komeleya Şopandinê ya ji bo Mafên Wekheviyê, Komeleya Şopandina Koçberiyê, Înîsiyatîfa Maf, Heqîqet, Înîsiyatîfa Edaletê, Komeleya Çand Huner Wêjeyê ya Jinan, Komeleya Dema Jinê ye, Komelaya Dadsazê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Med Tuhad Fed, Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Jinan a Starê, Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî, Tevgera Jinên Azad, Forma Çandê ya Almanyayê ya Tirkiyeyê, Komeleya Jiyan, Hafize Azadiyê, Yekitiya Bijîşkên Tirk, Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.