‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin' 2025-04-30 09:12:25 WAN -Endamên Komîteya Amadekar ên mîtînga 1'ê Gulanê ku wê li Wanê bê lidarxistin, diyar kirin ku ew ê 1'ê Gulanê li gorî ruhê pêvajoyê pîroz bikin û gel vexwendin qadê. Li Wanê îsal bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Genel-Îş a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Odeya Diransazan a Şaxa Wanê û Lijneya Koordînasyona Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk, Wan- 1'ê Gulanê wê bê pîrozkirin. Mitînga 1’ê Gulanê ya bi dirûşmeya “Em ê bi ser bikevin” wê li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê lidarxistin. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û endama Lijneya Rêveber a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyun wê beşdarî mitîngê bibin. Hunermend Arhat jî wê di mitîngê de derkeve ser dikê.   Serokê Komîteya Amadekar Engîn Işik diyar kir ku ew ê îsal li gorî ruhê pêvajoyê 1'ê Gulanê pîroz bikin û got: "1'ê Gulanê wekî li tevahiya cîhanê îsal jî wê li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bê pîrozkirin. Wekî karkerên li Wanê em ê bi dirûşma 'Em ê bi ser bikevin' aştî, biratî û edaletê li Parka Aştiyê ya Musa Anter biqîrin."    Işik bilêv kir ku ew ê 1'ê Gulanê li gorî ruhê pêvajoya ku didome pîroz bikin.   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Wanê Fîgen Çolakogluyê jî diyar kir ku wê reng û gotina jinan di 1'ê Gulana îsal de li qadê derkeve holê. Fîgen Çolakogluyê bal kişand ser rola jinê ya di avakirina civakeke demokratîk de û got: "Gotinên ku jin wê ji bo aştiyê di vê pêvajoyê de bêjin, gelekî girîng in. Pirsgirêka herî bingehîn a ku em dijîn helbet pirsgirêka demokrasiyê ye. Herî dawî li vî bajarî qeyûm hat tayînkirin. Di pêvajoyek ku edalet û hiqûq pêk nayê de, divê gotina jinan bi hêz be. Em vê rewşê wekî derbeyek li ser destkeftiyên jinan pênase dikin."   Berdevkê Demê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Zekî Seven jî diyar kir ku tevlîbûna gel a mitîngê girîng e û got: "Em dixwazin 1'ê Gulanê li ser bingeha civaka demokratîk û aştiyê pîroz bikin." Seven bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku ji bo piştgirîkirina pêvajoyê beşdarbûna 1'ê Gulanê girîng e.