Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê 2025-04-30 15:51:48 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê yên li Zeytînburnuyê û banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û endamên partiyê çûn serdana karkerên atolyeyên tekstîlê yên li navçeya Zeytînburnuyê.    Tulay Hatîmogûllari, di serdanê de karker vexwendin mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ku dê sibe li Kadikoyê bê lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Mixabin em mecbûr mane ku di nava çerxa pergala kapîtalîst de bijîn ku li seranserî cîhanê karkeran dieciqîne. Em tevek dizanin ku li Tirkiye û hemû cîhanê karker, ji bo jiyan bidome kedê didin. Heke ne ji ked û xweha karkeran be, jiyan jî nabe. Dê jina bisekine. Keda we gelek biqîmet e. Ji bo ku hûn heqê keda xwe ji vê pergalê û îktîdarê bistînin, ji bilî têkoşîna rêxistinkirî tu rêyên din nînin.”      Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku kesên mûçeyên kêmtirîn distînin nikarin debara xwe bikin û got: “Weke DEM Partiyê em ji bo jiyana me tevan baştir bibe têdikoşin. Tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e. Weke DEM Partiyê em ê sibe li Qada Kadikoyê bin. Dixwazin hûn jî sibe tevî me an jî bi sendîkayên me re tev li mitînga 1’ê Gulanê bibin.”    Tulay Hatîmogûllari piştî serdana rêxistina partiyê ya navçeyê, derbasî Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bû ku endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li wir tê tedawîkirin.