Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin 2025-05-08 09:10:48   ÊLIH - Serlêdana girtiyê bi navê Îbrahîm Tekîn ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye û ferzkirina "poşmaniyê"ê qebûl nekir, 11 mehan taloq kirin. Rêzan Tekîn anî ziman ku bavê wî jê re gotiye: "Ez bimirim jî ez vê ferzkirinê qebûl nakim."   Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê, berdana Îbrahîm Tekînê 67 salî 11 mehan taloq kir. Tekîn ê di 2'yê Gulanê de derxistin pêşberî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekir. Tekîn ê ku guatr, nexweşîna bêhnstendinê û fitiq pê re hene, ji be rku "poşmaniyê" qebûl nekir, berdana wî 11 mehan hat taloqkirin.    Rêzan Tekîn anî ziman ku bavê wî li girtîgehên Antalya, Îzmîr û Sêrtê girtî maye û 15 sal in di girtîgeha Îzmîrê de ye û wiha got: "30 sal in îşkence lê tê kirin. Bavê min ê ku tu tiştekî wî tune bû ket girtîgehê, niha nexweş e."    Tekîn da zanîn ku bavê wî di 4'ê Gulanê de telefonî wî kiriye û biryara taloqkirinê jê re gotiye û got: "Dema ku telefon kir, got ku 'poşmaniyê' ferz dikin. Bavê min ev yek qebûl nekir, ji ber vê yekê berdana wî 11 mehan taloq kirin. Qethiyen qbeûl nake. 30 salên xwe daye, îjar wê rabe poşman bibe. Em jî wekî malbat qethiyen qebûl nakin. Bavê min got 'Ez bimirim jî qebûl nakim.' Divê ev lijneya ku navenda bêhiqûqîtiyê ye demildest bê fesixkirin."    Tekîn diyar kir ku dema li benda berdana wî bûne bi biryara taloqkirinê re rû bi rû mane û wiha got: "Em hemû li benda berdana wî bûn, 7 zarok û 15 neviyên wî. Me amadekariyên xwe kirin. Lê nehat berdan. Gava di girtîgehê de bû dayik, bav û xwişk û birayên wî jiyana xwe ji dest dan. Destûr nehat dayîn ku beşdarî merasîma cenazeyê wan bibe. Li girtîgehê nexweşîna wî girnatir dibe. Demildest divê bê berdan. Ne tenê bavê min, divê hemû bên berdan."   Gulşen Tekînê jî xwest apê wê demildest bê berdan. Gulşen Tekînê bal kişand ku lijneyên Îdarî û Şopandinê biryarên derqanûnî didin û got: "Dema apê min ket girtîgehê rastî îşkenceyên mezin hat. Zêdeyî 30 sal in di girtîgehê de ye. Me amadekariyên berdana wî kirin. Lê belê xweziya me di qirika me de hiştin. Ên tên kirin bêwijdanî ne. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."    MA / Fethî Balaman