Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn 2025-05-11 12:07:10 DÊRSIM - Endama Koma Duyemîn a Aştiyê û siyasetmedar Aysel Dogan di sala 3’yemîn a wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.  Endama koma Duyemîn a Aştiyê û siyasetmedar Aysel Dogan, di sala 3’yan a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Dêrsimê hat bibîranîn. Malbata Aysel Dogan, nûnerên partiyên siyasî, Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û gelek kes tev li bîranînê bûn.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorê û çerax hatin vêxistin. Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Ateş di bîranînê de got ku dema navê Aysel Doganê tê gotin têkoşîn, ked û aştî tê bîra her kesî. Ozcan, da zanîn ku Aysel Dogan bi hesreta aştiyê hatiye oxirkirin û got: “Di rêya hevala Ayselê de em ê heta azadî û aştî pêk tê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê em di şexsê hevala Ayselê de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi bîr tînin.”    Xwişka Aysel Doganê, Menşure Dogan jî di serî de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Aysel, bi felsefeya şîva şevê taşteya sibehê jiyaye. Ji ber daxwaza aştiyê 10 salan girtî ma. Hêvîdarim hesaba van xerabaniyan were pirsîn û tu caran neyê jibîrkirin. Ji bo yên mayî û nifşê nû aştî teqez divê hebe. Me di rêya wê de tu caran xwişka xwe bi tenê nehişt. Em bi wê serbilind in. Ji bo Sakîne û Saîmeyê pir giriya.”    Kesên beşdarî bîranînê bûn, piştre jî çûn serdana gora yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansizê.