Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e 2025-05-14 09:17:48   RIHA - Zimanzan Samî Tan der barê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: "Pêdivî ye ku kurdî di her qadê de bê bebriçavkirin. Kurdî, herî xweş di zimanê zarokan de bedew e."   Bi biryara Kongreya Neteweyî ya Kurd a sala 2006’an, her sal 15’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Li gelek bajarên Kurdistanê ji bo berbelavkirina zimanê kurdî kurs ku ji aliyê saziyên ziman û çandê ve tên dayîn û zimannas li ser rêgezên rastnivîsê û rastnivîsîna kurdî xebatên girîng dimeşînin. Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî Samî Tan, têkildarî mijarê axivî.    Samî Tan bal kişand ser wê yekê ku roj bi roj hejmara kesên ku bi kurdî diaxivin kêm dibe û got: "Her çiqas ev yek bi fikar be jî, cihê kêfxweşiyê ye ku kurd mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê dixwazin û daxwazên xwe yên ji bo zimanê kurdî bibe ziman fermî yê duyemîn berdewam bikin. Niha dem hatiye ku ev xebat li gor bernameyeke sistematik bên kirin. Êdî dem hatiye ku di qadên cüda de tiştên bi kurdî bên kirin. Êdî dem hatiye ku mirov şêlîbûna dê statuya kurdî çawa be ji holê rake. Pêdivî bi vê heye. Bi xwedîderketineke xurt divê li her derî meclisên kurdî bên avakirin. Ewilî divê em di vî warî de gel şiyar bikin."    Tan bal kişand ser girîngiya pêşgirtina ku malbat zarokên xwe bi tirkî mezin nekin û got: "Divê em her kes fêm bikin ku divê pêşî zarok fêrî zimanê dayikê bibin. Ger em vê yekê bikin, zarok bi zimanê xwe mezin bibin, dê di her warê jiyanê de bê bikaranîn. Ji bo bidestxistina vê yekê ne hewce ye ku em li benda statuya kurdî bin. Berê dihat gotin 'Bila şreşe çêbibe paşê dê meseleya ziman çareser bibe.' Lê eşkere ye ku ev ne wisa ye. Şoreşa di warê ziman de dê bandorê li şoreşa gitştî jî bike. Bêyî bi derengî bikeve divê em plansaziyên we bikin. Divê qada demokratik û siyasî xwe di vî warî de baş birêxistin bike."   LI RIHAYÊ REWŞA KURDÎ   Samî Tan diyar kir ku li Rihayê di nava gelê kurd de kurdî kêm tê axaftin û got: "Mixabin li Rihayê feraseta axaftin û zindîkirina kurdî hema bêje tune ye. Li Rihayê her çiqas bi devkî bi kurdî tê axaftin jî hejmara kesên ku binivîsin pir kêm e. Divê em pêşî zimanê nivîskî fêrî mirovan bikin. Divê mirov hem bixwînin û hem jî binivîsin. Hin kes bi kurdî li gundê xwe dizane, lê bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin. Divê ev kêmasî ji holê bên rakirin. Li navçeyên Rihayê kurdî zindî ye. Lê divê em li navçeyan xwendin û nivîsandinê vê girseyê bikin. Rêveberiyên xwecihî dikarin pêşengiya vê bikin. Em Komeleya Ziman û Çanda Kurdî di vî warî de amade ne ku gavan bavêjin. Li navenda Rihayê jî pêdivî bi heman xebatan heye."    ‘DIVÊ KURDÎ BI QANÛNAN BÊ MÎSGOERKIRIN'   Samî Tan bal kişand ser pêvajoya piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir û got: "Tirkiyeyê li gelek peyman û qanûnên navneteweyî şerh danîne. Divê di Destura Bingehîn de pêşî ji bo rakirina astengiyên li hemberî kurdî bên rakirin û nasnameya urdî bê naskirin. Divê kurdî neyê krîmînalîzekirin. Divê kes ji ber govenda kurdî û stranên urd neyê girtin. Divê kes ji ber axaftina bi kurdî bi tahdeyê re rû bi rû nemîne. Bi vê pêvajoyê re derket holê ku divê dewlet pêşî li ber siyaseta demokratîk veke, xwe demokratîk bike û ji bo ku gelê kurd bi awayekî sivîl vîna xwe deyne holê. Ger em vê bikin em ê karibin li ser zemîneke demokratik bi awayekî wekhev bijîn."    an got: "Divê ne tenê di hin rojên salê de daxwaz û hesasiyeta li ser kurdî were rojevê. Divê em her roj van daxwazan bînin ziman û xebatên xwe yên li ser kurdî bimeşînin. Divê ev xebat bi awayekî sîstematîk û her tim bin. Divê kurdî di her qadê de xuya bibe. Divê mecliên kurdî bên avakirin. Wêje, sînema, şano û muzîka Kurdî werin pêşxistin û rewşenbîrên di vî warî de werin cem hev. Ji bo ku em hemû bi hev re bibin xwedî statu, divê em bi hev re bixebitin. Cejna Zimanê kurdî kesîpîroz be. "   MA / Emrûllah Acar