Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin 2025-06-07 10:19:18   ŞIRNEX - Derket holê ku mamosteyê matematîkê Suleyman Peşît yê li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Şirnexê destdirêjî li sê keçan kiriye. Li gel ku 3 meh di ser lêpirsîna derbarê Peşît de ku ji peywirê hatibû dûrxistin derbas bû jî hê jî îdîaname nehatiye amadekirin.    Li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Şirnexê mamosteyê matematîkê Suleyman Peşît destdirêjî li 3 zarokên 10, 11 û 13 salî kiriye. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve derbarê Peşît de lêpirsîn hate destpêkirin, malbat bi zarokên xwe re çûn Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û giliyê sûc kirin.   Piştî ku bûyer ji meqamên edlî re hat ragihandin, Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Şirnexê mamostetiya Peşît rawestand. Zarokan di îfadeyên xwe de destdirêjiya cinsî vegotin. Lê piştre malbat ji bo ku giliyên xwe yên li dijî Peşît vekişînin çûn qereqolê. Xwendekaran diyar kirin ku malbatên wan zextê li wan dikin ku îfadeyên xwe paşve bikşin û îfadeyên xwe yên destpêkê dubare kirin.   Di çarçoveya lêpirsînê dest danîn ser telefona bêrikê ya Peşît û di telefonê de dîmenên zarokan yên 'ne guncav hatine kêşandin hat dîtin.   JI DOSYAYEKE DIN HAT GIRTIN   Hat hînbûn ku mamosteyê ji ber destdirêjiyê ji peywirê hatiye girtin, ji dosyayeke din ketiye girtîgehê.    Li aliyê din hate ragihandin ku 3 meh in lêpirsîna li ser destdirêjiya cinsî ya li ser zarokan hê jî didome.   MA / Zeynep Durgut