Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê 2025-06-07 13:57:37   DÎLOK - Li Dîlokê Seçîl Kaymakçi û zaroka wê ya 4 salî li mala xwe ya derîgirtî bi guman de mirî hatin dîtin.   Li navçeya Şahînbey a Dîlokê Seçîl Kaymakçi û zaroka wê ya 4 salî Nîlvara Kaymakçi bi guman de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî hatin dayîn, dayik û zarok li odeyeke girtî ya li mala xwe ya li Taxa Yetmişbeşîncî Yil mirî hatin dîtin. Hat ragihandin ku Kaymakçi beriya demekê ji hevjînê xwe veqetiyabû.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.