Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin 2025-06-13 10:36:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Îranê piştî êrişa Îsraîlê muzakereyên nukleerê yên bi DYA’yê re da sekinandin.    Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê; Îran dê tev li hevdîtinên nukleerê yên 15’ê Hezîranê ku dihat payin li paytexta Ummanê bi DYA’yê re bê lidarxistin, nebe.    Ji ber israra DYA’yê ya ji bo bi temamî sekinandina xebatên dewlemendkirina uranyumê, ev demek bû hevdîtinên bi Îranê re nedihatin kirin. Lê piştre hate ragihandin ku hevdîtin dê di 15’ê Hezîranê de li Ummanê bê kirin.    Îsraîlê, di saetên serê sibehê de ji hewayî ve êrişî Îranê kir. Di êrişê de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Tumgeneral Muhammed Bakirî, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê Tumgeneral Huseyîn Selamî, gelek rayedarên leşkerî û zanyarên nukleerê hatin kuştin.