Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe 2025-06-13 15:06:03 AMED - GOÇ-DER’ê bernameya çalakiyên xwe yên di çarçoveya Hefteya Koçberiyê ya 12-20’ê Hezîranê aşkera kir. komeleyê, banga vegera welat li ciwanan kir û got: “Her dar li ser koka xwe şîn dibe. Mirov jî li ser xaka xwe şîn dibe.”  Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) bi boneya Hefteya Koçberiyê ya 12-20’ê Hezîranê daxuyanî da û çalakiyên ku dê bên lidarxistin aşkera kir. Komeleyê, li avahiya xwe ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî da. Hevseroka GOÇ-DER’ê Medya Alkan metna daxuyaniyê xwend.    BERNAMEYA ÇALAKIYAN   Medya Alkan, plansaziya komeleyê wiha aşkera kir: “Di 14’ê Hezîranê de pankart bên daliqandin, di 15’ê Hezîranê de dê panel bê lidarxistin, di 17’ê Hezîranê de lê Enqereyê li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtin were kirin, di 19’ê Hezîranê de li gundekî hatiye valakirin dê daxuyanî were dayin û di 20’ê Hezîranê de jî dê li ber Mînereya Çar Ling daxuyanî bê dayîn û çalakî bi dawî bibin.”   BANGA VEGERA LI WELAT KIR     Herî dawî jî ji rêveberên komeleyê Hesen Erzî axivî. Erzî, banga vegera welat li Kurdên koçbûne kir û got: “Dar li ser koka xwe şîn dibe. Mirov jî li ser axa xwe şîn dibe. Divê em li gorî jiyana xwe li ser axa xwe û li gundên xwe bijîn. Ez jî koçberî Stenbolê bûm. Heta ku kesekî nedimir, em venedigeriyan gund û warê xwe. Lê em dibêjin beriya bi sed hezaran kesên li koçberiyê bimirin û tiştek were serê wan, em dixwazin bi saxî vegerin gundên xwe.”