Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin 2025-06-22 09:54:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji şêwirmendên rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney bi aşkerayî gef li DYA’yê xwar û banga girtina Tengava Hurmuzê kir.    Yek ji şêwirmendên rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney, Huseyîn Şerîatmedarî piştî êrişa DYA’yê ya li dijî Îranê, banga hedefgirtina keştiyên Artêşa DYA’yê bi fuzeyan û girtina Tengava Hurmuzê kir.      Huseyîn Şerîatmedarî ku Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Kayhanê ye û di demên berê de xwe weke “nûnerê” Ayetullah Humeynî dabû naskirin, li ser Telegramê peyamek parve kir û got: “Piştî êrişa Amerîkayê ya li dijî tesîsa nukleerê ya Fordyê, dora me ye. Bêyî dudilî û derengxistinê, weke gava ewil divê keştiyên artêşa Amerîkayê yên li Bahreynê bi fuzeyan hedef bên girtin û bi awayekî hemwext Tengava Hurmuzê ji keştiyên Amerîkî, Ingilîz, Alman û Fransizan re bê girtin.”   Tê payin ku Hamaney li dijî êrişa DYA’yê bangî gelê Îranê bike. Lêbelê tê gotin ku Hamaney niha di stargehekê de ye û ji ber xetereya sûîqestê, têkiliya elektronîk hatiye qutkirin û pêwendiyên bi wî re pir bisîor û zehmet e.