Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da 2025-06-25 13:29:30   ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da. Tunç, diyar kir ku dê pêşî li zîhniyeta bêcezakirine bigrin.    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da. Tunç, diyar kir ku dê pêşî li zîhniyeta bêcezakirinê bigrin û di pêşxistina pergalê de berdewam bin. Tunç, destnîşan kir ku kesên du sal ceza bigrin dê 36 rojan û yên salekî ceza bigrin jî dê 18 rojan di girtîgehê de bimînin.    ‘EM BIBIRYAR IN KU PERGALÊ PÊŞ BIXIN’   Tunç, bi domdarî wiha got: "Peywirdarên me yên serbestiya bişert, bi şev û roj dixebitin da ku xwe bihînin hemû derdorên civakê. Em bibiryar in ku ji bo pêşxistin û xurtkirina vê pergalê gavên pêwîst biavêjin. Sererastkirineke girîng kete meriyetê. Nexasim, bi vê sererastkirinê ve kesên ceza girtî heta dema tehliyeya bi şert, dê ji 10’an yek ê cezaya xwe di girtîgehê de bimînin."   Em ê pêşî li zîhniyeta bêcezakirinê bigrin. Kesên du sal ceza bigrin dê 36 rojan û yên salekî ceza bigrin dê 18 rojan di girtîgehê de bimînin. Xebata bo cezaya li malê û ya bo serbestiya şert tê kirin. Pergala serbestiya bi şert tenê li Tirkiyeyê nayê pêkanîn. Em cezayê ne wek berdila raboriyê, wek deriyeke ku bo dahatuyê vedibe dibinin."