AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje 2025-06-26 09:06:23   EDENE - Hevserokê AKKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi mercên hiqûqî divê dewlet gav biavêje û got: “Divê dewlet tavilê sererastkirinên hiqûqî pêk bîne.”   Hevserokê Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirî (AKKAY-DER) Mûstafa Yildiz, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwefesixkirina PKK’ê û xwest ku dewlet sererastkirinên hiqûqî bike. Yildiz, banga Abdullah Ocalan wek perspektîfa aştiyê û manîfestoya xelasiya gelên bindest nirxand û ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de divê dewlet, di gava ewil de azadiya Abdullah Ocalan a fîzîkî pêk bîne.” Yildiz, destnîşan kir ku hêj dewletê gav neavêtiye û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Gava din a ku devê dewlet biavêje berdana girtiyên nexweş be lê ew jî hêj pêk nehatiye. Hewce bû Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê rabike, ew jî pêk neanî. Lewre dewlet, dixwaze pêvajoyê demê re vehêle. Ev yek jî di nava gelê Kurdan de dibe sedema şikestinê. Lewre sabiqa dewletê di sala 2015’an de heye. Em hemû dizanin ku dewletê di 2015’an de çi kirî. Civak bi fikar in ku dê ev pêvajo jî bişibihe ya 2015’an.”   ‘EM HER TIM JI BO AŞTIYÊ AMADE EN’   Yildiz, diyar kir ku divê dewlet tavilê ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêya hiqûqî li Meclisê komîsyonê ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ev gav pêk hatin dê gelek tişt biguherin. Piştî perspektîfa Rêbertiyê, PKK’ê pê re agirbest îlan kir. Agirbest bi yek alî ve nabe, lêbelê dewleta Tirk hêj operasyonan didomîne û hêj çekên qedexe û yên kîmyewî bikar tîne. Em êrişa li dijî gerîla qebûl nakin. Rêbertiyê got ‘kongreyê kom bikin, PKK’ê fesix bikin û çekan deynin'. Rêxistinê ev yek pêk anî. Lê dewletê hêj gavek neavêtiye. Em vê yekê rast nabînin. Ji ber vê em dibêjin bila tavilê gav bên avêtin û xwîn bê rawestandin. Em naxwazin kesek bimre. Em wek malbatên şehîdan naxwazin leşker, polîs bimrin û gerîla şehîd bikeve. Em naxwazin dayîk bigirîn. Em weke gelê Kurd ji bo ev aştî pêk bê çi ji destê me bê em ê bi cih bînin. Em her tim ji bo aştiyê amade ne.”   MA /  Hamdûllah Yagiz Kesen