Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû 2025-06-26 11:11:48 ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re axivî û got: “Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû û em ê van di rojên pêş de parve bikin.” Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re, li Meclisê daxuyanî da.    Pervîn Buldanê di daxuyaniyê de da zanîn ku ew ji bo guftûgokirina qonaxên pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd civiyane û got: “Têkildarî qonaxa heyî me agahî bi hev re parve kirin. Hevdîtineke pir erênî bû. Eleqe û berpirsyartiya birêz Kurtulmuş a ji bo pêvajoyê gelek girîng e. Me ji bo piştevaniya daye spasiyên xwe jê re dikin. Di rojên pêş de em ê bêhtir bi hev re hevdîtinan bikin. Dê hevdîtinên berfirehtir û bi hûr û kûrtir bên kirin. Ji ber ku pêvajo derbasî qonaxeke diyar bû. Em ê van qonaxan di rojên pêş de parve bikin.”    ‘DÊ HEVDÎTIN BÊN KIRIN’    Pervîn Buldan, da zanîn ku pêvajo derbasî qonaxeke girîng bûye û wiha pê de çû: “Li gorî me girîng e ku ev pêvajo li ser zemîna parlamentoyê were domandin. Di nava du hefteyan de em ê bi birêz Bahçelî, birêz Ozgur Ozel û bi birêz Erdogan re hevdîtinan bikin û piştre bi birêz Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinê bikin. Ji bo pêvajo erênî dbidome, em ê hevdîtinên xwe bidomînin.”    SANCAR: BI TEVLIBÛNA CIVAKÊ DIVÊ WERE XURTKIRIN     Mîthat Sancar jî got: “Ji bo pêvajo bi beşdariya gel bidome û di rêya aştiyê de gavên saxlemtir bên avêtin, divê Meclis bikeve dewrê. Hem raya giştî hem jî partiyên siyasî daxwaza avakirina komîsyonekê dikin. Hevdîtinên ser şert û hûrgiliyên komîsyonê didomin. Birêz Kurtulmuş piştî hevdîtina bi serokwekîlên partiyan re nêrînên wan bi nivîskî jê xwest. Di roja duşemê de jî dê şêweyê komîsyonê şênber bibe. Me jî fikrên xwe parve kir. Ji bo rewatiya civakî û temînata hiqûqî, Meclis diyarker e. Daxwaz û îradeya Serokê Meclisê ya di vê mijarê de xurt e. Em dibînin ku ji bo rola xwe bilîze vekirî ye. Dibe ku rexne û nerazîbûnên her kesî hebin lê hewceye ev bi uslubeke baş û çêker û li ser zemîna Meclisê bin. Ev yek dê ji bo aştiya civakî sûdewer be.”    HEVDÎTINA BI SEROKKOMAR RE     Pervîn Buldan piştre pirsên rojnamegeran berisvand. Ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re Pervîn Buldanê wiha got: “Em ê di demekî herî nêz de bi birêz serokkomar re hevdîtinê bikin. Lê di destê me de niha dîrokek nîne. Em li bendê ne ku bersiva me bidin û dîrokê ji me re bibêjin.”    'TU HUKMÊ DOZA KOBANÊ NÎNE’    Ji bo pirsa têkildarî Doza Kobanê ku duh biryara bihincet hat aşkerakirin jî Pervînê Buldanê got ku tu hukmê vê biryarê nîne.    Pervîn Buldan, têkildarî hevdîtinan jî wiha got: “Li gorî qonaxan em biçin serdanan. Dê li gorî qonaxan binirxînin. Heke ji ewil Îmrali be, dê piştre biçin serdana partiyan. Ji bo me ferq nake lê em li gorî qonaxan dinirxînin. Komîsyona li Meclisê tê avakirin dê di demekî herî kin de û bi mutebeqetekê were avakirin.”