Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin 2025-06-26 16:55:15 ŞIRNEX - Zarokê 18 mehî Mehmet Uytun li Cizîrê bi fîşeka gazê ya ji hêla leşkerekî ve hatibû avêtin, jiyana xwe ji dest da. Ev 4 danişînin hêj nehatiye bersivandin ka ev bombeavêj di envantera TSK’ê de heye yan na.    Zarokê bi navê Mehmet Uytun ê 18 mehî, di sala 2009’an de dema li şaneşîna mala xwe ya li navçeya Cizîr a Şirnexê di hembêza dayika xwe de şîr dixwar, ji ber gaza îsotê ya ji hêla leşkerê bi navê Hakan Alkan ve hatî avêtin, jiyana xwe ji dest da. Danişîna dozê ku ji ber sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” hatiye vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê hat lidarxistin.    Parêzerê malbata Uytun û endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD’a Amedê Yakup Guven li danişînê amade bûn. Parêzera bersûc Meryem Kiliç jî li Enqereyê bi SEGBÎS’ê tev li bû. Leşkerê bersûc tev li danişînê nebû.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û ji ewil parêzerê malbatê Yakup Guven axivî. Guven, da zanîn ku fîşeka bombeavêjê ya ku bûye sedema mirina Uytun, ji bo keşfa li cihê bûyerê girîng e. Guven, xwest ji bo bersûc biryara girtinê were dayin.    Dozgeriyê jî mutalaa pêşkeş kir û xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê, biryar da ku were pirsîn ka bombeavêj di muhîmatên TSK’ê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de cih digire yan na. Her wiha dadgehê daxwaza girtina bersûc bi îdiaya ku delîl têr nakin red kir û danişîn taloqî 21’ê Cotmehê kir.