Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye! 2025-06-29 09:59:41 AMED – Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana li ser mirina Rozerîn Çûkûr a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de bi çekê hat qetilkirin de biryar da ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin' û parêzeran serî li DMME’yê dan. Pêvajoya dadgeriyê ya der barê Rozerîn Çûkûr a 17 salî ku di 8’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de hatibû gulebarankirin û piştî bi mehan cenazeyê wê radestî malbata wê hatibû kirin, dewam dike. Di dosyaya lêpirsînê de hat îdîakirin ku Rozerîn Çûkûr "endama rêxistinê ye" û biryara "ji bo darizandinê ti hincet nîne" hat dayîn û îtirazên hatin kirin jî hatin redkirin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 18’ê Mijdara 2020’an de bi hinceta 'binpêkirina mafê jiyanê' serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê bi îddîaya ku Rozerîn Çûkûr 'endama rêxistinê ye' bi israr got ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.   Di dema ku tê îdîakirin Rozerîn Çûkûr di pevçûna bi polîsan re jiyana xwe ji dest daye, ti delîlên di derbarê pevçûnê de cih negirtin. Di biryarê de hat diyarkirin ku Rozerîn Çûkûr di xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de bi şertê parastina rewa hatiye kuştin.   LI GORÎ AYM’Ê QANÛNÎ YE!   Dadgeha Destûra Bingehîn îdia kir lêpirsîneke bi bandor hatiye meşandin jî got, "Tespîta wezîfedarên tevlî pevçûnan bûne û negirtina îfadeyên wan, weke pêvajoya berhevkirina delîlên mecbûrî û kêrhatî nehatiye nirxandin ku divê di warê armanca pêkanîna bi mecbûriyeta lêpirsîneke bi bandor de pêk were. Dema ku îdiayên binpêkirina mafê jiyanê di rehenda xwe ya madî de lêkolîn dikir, delîlên di dosyaya serlêdanê de nîşan didin ku Rozerîn Çûkûr ji bo ku serhildanê biçewisîne û pêşî li êrîşên çekdarî bigire di şertên xweparastinê de hatiye kuştin. Li gorî van encaman û encama ku di lêpirsînê de gihîştiye heman encamê, delîlên hatine berhevkirin rastiya madî ya bûyerê derxistine holê; nîşan da ku bikaranîna hêzê bi temamî pêwîst e û di wateya xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de rêjeyî ye. "   ‘EWLEHÎ ESAS HAT GIRTIN’   Parêzerê dozê Abdullah Zeytûn têkildarî mijarê wiha axivî: "Dadgeha Destûra Bingehîn xwe dispêre îdiayên dewletê û tesîsa ewlekariyê. Li gorî texmîna ku Rozerîn endamê rêxistinê ye, dadgehê biryar da ku di bûyerê de bikaranîna hêzê 'ji bo bidestxistina armanceke meşrû' 'teqez pêwîst û rêjeyî ye'. Ez vê biryarê paralelî helwesta Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser qedexeyên derketina derve dibînim."   Zeytun diyar kir ku di dema qedexeyan de qanûn hatiye sekinandin û wiha got: "Rozerîn Çûkûr weke Kurdekî di nava vê rastiyê de hat qetilkirin. Tu delîlên zelal tune ne ku ciwanekî 17 salî yê di unîformaya dibistanê de li hemberî pêkanînên hiqûqê tehdîdeke kujer e, di heman demê de li ser esasê texmînan pîvanên hiqûqî yên bingehîn tên nirxandin. Ev yek jî vegotina dewletê piştrast dike. Nîşan dide ku Dadgeha Destûra Bingehîn pêşî li polîtîkaya ewlekariyê û perspektîfa parastina mafê jiyanê digire."   Zeytun anî ziman ku di biryara AYM'ê de gotina 'ew di encama nirxandina ku dê kiryarên xwe yên çekdarî bidomîne de hatiye kuştin' tespîteke pirsyariyê ye û got, "Bikaranîna hêza kujer li ser texmîna ku dê di pêşerojê de sûc berdewam bike bi awayekî aşkera tê wateya înfaza bê daraz. Lêbelê, li vir li ser bingeha texmîn an pêşniyazên ku Rozerîn dê teslîm nebe û dê çalakiyên xwe bidomîne, tê nîqaş kirin. Bingeha vê pêşdîtinê çi ye? Rozerîn bi çeka di destê xwe de hate girtin, dengê çekan dewam dikir, ya jî tenê hewl dida bireve? Bersiva van pirsan tune ye. Bi tenê li gorî texmîna mirovan dawîanîna li jiyana mirovan mafdar bê girtin, li dijî prensîbên bingehîn ên hiqûqê ye. "   ‘DELÎLÊN ŞÊNBER NÎN IN’   Parêzer û yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakûp Gûven diyar kir ku Rozerîn Çûkûr nikare weke 'endama rêxistinê' bê dîtin û eger hebe jî qanûnên ku polîs û leşker berpirsin hene. Guven wiha axivî: "Eger bê îdîakirin ku sûcek hatiye kirin jî, binpêkirina mafê jiyanê rêbazeke ku divê serî lê bê dayîn nîne. Me got ku pêwîst e em diyar bikin ku polîs di dema ku zarok jiyana xwe ji dest dide de ji bo encameke çawa bi dest bixe û zarok wê demê çawa tehdîdeke çawa çêkiriye. Ti delîleke şênber a vê yekê nîne. Em daxuyaniyên saziyên hiqûqê rast nabînin.”   Guven li ser îdiayên Rozerîn Çûkûr bi polîsan re ketiye pevçûnê wiha got: "Ger ku emniyet xwedî nêrînek wisa be, divê di vê mijarê de raporek hebe. Divê bêje, 'Di vê dîrokê de, di vê demê de şexsan êrîşeke şênber li dijî me kirin'. Em dibînin ku di dosyaya dozê de raporeke bi vî rengî nîne."    Gûven diyar kir ku lêpirsîn bi bandor nehatiye meşandin û got, "Di rewşeke li ser binpêkirina mafê jiyanê de, divê daneyên li ser kêliya mirina zarok, dîrok û demê hebin. Divê hemû şahid, delîlên sûc, daxuyanî û danezan hemû di dosyayê de cih bigirin. Ti ji van qonaxan di dosya lêpirsînê de nîne. Îfadeya gumanbar nehatiye girtin û di dosyayê de gumanbarek nîne."    SERLÊDANA DMME’YÊ   Guven anî ziman ku wan doz li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vekirine û wiha berdewam kir: "Polîtîkaya bêcezahiştinê bi salan e bûye wek bela serê vî gelî. Gazin bi tenê mezintir bûne. Em îlan dikin ku divê ev sîstem bê aşkerakirin û divê ti carî ji nû ve li dîrokê neyê dîtin. Em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe bidomînin."   MA / Rukiye Payîz Adiguzel