Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in 2025-06-30 11:50:41   ENQERE - Di îstatîstêıkên hêza kar a meha Gulanê ya TUÎK’ê de hat destnîşankirin ku 2 milyon û 972 hezar kes li Tirkiyeyê bêkar in    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha Gulanê aşkera kir. Li gorî daneyan, hejmara kesên bêkar ên temenê wan 15 û bi ser 15’ê re li gorî meha berê 69 hezar kêm bû û daket 2 milyon û 972 hezar kesan. Bi vê yekê rêjeya bêkariyê ji sedî 0,2 puanan ket û bû ji sedî 8,4.    Li gorî daneyan, rêjeya bêkarên zilam ji sedî 6,5 û ya jinan jî ji sedî 11,9 e.