Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan 2025-06-30 13:32:55   HATAY - Şewata daristanê ya li Antakyayê didome, gihişt jîngehan.    Şewata li daristana Taxa Uçgedîkê ya navçeya Antakya ya Hatayê dest pê kir, gihişt taxên Karaalî û Dîkmeceyê. Şewata li Dîkmeceyê berfirehî devera nêzî TOKÎ’yên piştî erdhejê hatibûn çêkirin. Welatî ji herêmê tên veguhestin.    Mudaxileya koman a ji bo vemirandina şewatê didome.