Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin 2025-07-01 11:21:21   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 3 herêm weke “herêma ewlekariya demkî” ragihand.    Walîtiya Şirnexê têketina herêmên Çiyayê Girê Sumunu, Çiyayê Eksîk û Çiyayê Meydanê yên navçeya Elkê ya Şirnexê qedexe kir. Her sê herêm jî ji bo 2 rojan weke “herêmên ewlekariya taybet a demkî” hatin ragihandin. Qedexe dê heta 3’yê Tîrmehê bidome.