Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike 2025-07-06 15:27:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike. Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar sibe bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikin. Hevdîtin dê sibe li Qesra Serokkomariyê saet di 15.00’ê de were kirin.    Şandeya Îmraliyê dê beriya serdana Erdogan, bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.