Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin 2025-07-07 12:15:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya “Komxebata Ji Bo Zarokistanan” ku li Amedê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Di encamnameya komxebatê de bang hate kirin ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdeyê.  Şaredariya Peyasê ya Amedê, di 5-6’ê Tîrmehê de li avahiya xizmetê ya şaredariyê bi dirûşma “Zarok pêşeroja civaka azad in”, “Komxebata Ji bo Zarokistanên Pirzimanî”  li dar xist. Pispor, nivîskar, parlamenter, perwerdekar, malbat, nûnerên saziyên civakî û kesên xwedî ezmûn jî di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de ji perwerdeya pirzimanî heta rola zarokistanan a di parastina zimanê dayikê de, gelek mijar hatin nîqaşkirin û nirxandin. Encamnameya komxebatê hate aşkerakirin û ji bo zarokan perwerdeya pirzimanî û ya bi zimanê dayikê hate kirin.    ‘DI PÊŞDIBISTANAN DE DIVÊ ZAROK ZIMAN, ÇAND Û XWEBÛNA XWE BIPARÊZIN’     Encamnameya komxebatê wiha ye:    “Perwerdehî, pêvajoya bêdawî ya bidestxistina şiyanên ji bo jiyanê ye. Ji bûyînê dest pê dike, heta dawiya jiyanê didome. Di vê pêvajoyê de serdema herî girîng a ku kesayeta mirov tê de teşe digire, serdema zarokatiyê ya pêşîn e. Di vê serdemê de hawirdora pêşîn a perwerdehiyê mal e, paşê heke ku derfet hebe pêşdibistan e. Di pêşdibistanan de zarok divê hem ziman, çand, xwebûn û xwerengiya xwe biparêzin, hem jî xurtir bikin. Ji bo vê yekê jî pergala perwerdehiyê ya ku di pêşdibistanan de dê bê sepandin, ligel mufredat, alav û amûrên xwe, divê bi hişmendiyeke li gor vê armancê bên amadekirin.   PERWERDEHÎ MAFEKÎ BINGEHÎN E   Perwerdehî mafek ji mafên bingehîn ên mirovî ye û her zarok divê bi awayekî wekhev bikaribe ji vî mafî sûdî wergire. Ev jî bi destê sazî û dezgehan pêk tê. Şaredarî jî yek ji wan sazî û dezgehan e û peywira wê ye ku li gor taybetiyên civakê yên xweser xizmetên perwerdehiyê pêşkêş bike. Yek ji van xizmetan jî vekirina pêşdibistanan e. Hemû rêveberiyên xwecihî divê di vê çarçoveyê de vê xizmeta perwerdehiyê pêşkêş bikin.   Perwredekirina zarokan meseleya zarokan bi tenê nîn e, meseleya avakirina civakeke xewzaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinan e. Mesele ji bo siberojê em civakeke çawa dixwazin, takekesên çawa dixwazin û dixwazin çawa bijîn e. Ango teşedayîna siberoja xwe ye.   ARMANCA PERWERDEYA TIRKIYEYÊ BIŞAFTIN E    UNESCO dibêje ku her zarok dikare û divê herî kêm bi sê zimanan perwerdehî bibîne yan jî sê zimanan hîn bibe û piştgiriyê dide pergaleke perwerdehiyê ya bi vî awayî; zimanê xwe yê dayikê, zimanê herêmî yan neteweyî û zimanekî navneteweyî. Berovajiyê vê biryara UNESCO’yê ya ku di sala 1999’an de daye, Tirkiye bi israr pergaleke perwerdehiyê ya yekzimanî û yekrengî disepîne. Ev hişmendiya perwerdehiya formal a ku li Tirkiyeyê tê sepandin, dike ku zarokên ne Tirk li derveyî pergala heyî ya li Tirkiyeyê bimînin an jî ji zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe qut bibin, di nava çerxa bişaftinê de bimehin. Her çiqas di serî de lêkolînên ku UNESCO’yê kirine û li gor hemû xebatên zanistî kesên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin zêdetir serkeftî dibin jî, perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina gel, ziman û çandên din, bi awayekî yekreng hîna jî tê sepandin. Tirkiye her çiqas ji 2004’an ve bûbe berendameke fermî ya Yekîtiya Ewropayê û divê hêvî û daxwazên ku jê bên kirin bi cih bîne û bibe palpişt û piştgireke peymanên Yekîtiya Ewropayê jî, Tirkiye bi israr li ber xwe dide û di qada perwerdehiya bi Kurdî de yan jî pirzimanî de tu gavan navêje.   LI DIJÎ BIŞAFTINÊ HEWCEHÎ BI PARASTINA ZIMAN HEYE     Tê zanîn ku gava yekemîn a dagirkirina mêjî, xerabkirina kodên genetîk, ji xwebûnê dûrxistin û tunekirina hebûnê û mêtingeriya zimanî ye. Ev mêtingerî jî bi awayê herî hêsan û berbelav bi perwerdehiyeke giştî pêkan e ku perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina ziman û çandên din teşe girtiye. Ji bo xelasiya ji vê dehfikê, rizgariya ji vê bindestiyê û parastina xwebûn û hebûna xwe, xebatên ziman û perwerdehiyê ji bo gelê Kurd divê berî her tiştî werin. Ji bo danîn û zexmkirina hîmê bingehîn ê li hemberî bişaftinê, parastina zimên, destnîşankirina armancên giştî û diyarkirina rêbazeke perwerdehiyê ya demildest divê û ev tişt jî tenê bi xebat û komxebatên bi vî rengî pêkan e. Di encama vê xebatê de girîngiya zêdekirin û berbelavkirina xebatên bi vî rengî bi awayekî zelal derket holê.   Di komxebata me ya bi dirûşma ‘Zarok Siberoja Civaka Azad in’ hat lidarxistin a ku du rojan domiya de gelek mijarên sereke yên ji bo xebatên ziman û perwerdehiyê bi taybetî jî perwerdehiya di pêşdibistanan de hatin gengeşekirin. Di binê serenavên wek ‘Rabirdûya xebatên ji bo zarokan û ezmûnên ku çêbûne’, ‘Rewşa pêşdibistanan a heyî’, ’Mînak û Modelên navnetneweyî’, ‘Perwerdehiya pirzaravayî û pirzimanî û rola malbatan’, ‘Mufredata xwereng, afirandin û bikaranîna alav û amûrên perwerdehiyê’, ‘Mamosteyên pergala xwezaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinê’ de danûstendinên sûdewer çêbûn. Ji gelek sazî û dezgehên sîvîl ên cuda, partiyên siyasî, pêşdibistanên pirzimanî yên ku di binê banê şaredariyan de xebatên xwe didomînin, derdora 80 mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd beşdarî komxebatê bûn û bi giştî 8 danişîn hatin çêkirin.   NÊRÎN Û PÊŞNIYAR    Her çiqas di bingeha tevahiya arîşeyan de polîtîkayên giştî yên dewletê hebin jî, hat dîtin ku gelek pirsgirêk û bendên cihêreng jî hene û li dijî vana gelek rê û rêbazên çareseriyê jî hatine bidestxistin. Di encama gengeşe, guftûgo, nîqaş û nirxandinên ku hatin kirin de bi awayekî giştî van nêrînên li jêrê derketin pêş;   * Rêveberiyên xwecihî divê bi sazî û dezgehên têkildar re koordînasyoneke giştî ava bikin, ji bo ku li tevahiya bajarên Kurdistanê û bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên hevpar ên perwerdehiyê bên kirin, xebat û komxebat bên çêkirin, çarçove û nexşerê bên diyarkirin.   * Divê mînak û modelên perwerdehiyê yên cîhanê baş bên naskirin, perwerdehiya gelêrî ya Kurdan baş bê nirxandin û model û mufredata ku bi ezmûnên heta niha hatiye amadekirin li gor pergala civaka demokratîk bê nûjenkirin.   * Divê di serî de mamoste, tevahiya xebatkarên ku li pêşdibistanan dixebitin li gor hişmendî, pergal, mufredat, nêzikatî, rêbaz û teknîkên ku dê di pêvajoya perwerdehiyê de bên bikaranîn de bên perwerdekirin, perwerdehiyên navxweyî yên domdar bên çêkirin.    * Ji bo ku li tevahiya pêşdibistanên pirzaravayî û pirzimanî bên bikaranîn, divê materyal, alav û amûr bên çêkirin. Ji bo vê yekê divê komîsyonên afirandina materyalan bên avakirin û kargeh bên lidarxistin.   * Şaredariya Peyasê divê li taxên kêmderfet ên wek Hûzûrevlerî, Qûça, 500 Malan û Peyasê malên lîstikê û pêşdibistanan veke.   * Divê di wergirtina zarokên ji bo zarokistanan de cudakariya erênî ji bo zarokên ku bi Kurdî dizanin bê kirin.   * Ji bo ku perwerdehî bi awayekî serkeftî pêk bê, divê wek yek ji aliyên herî girîng ên vê pêvajoyê, malbat bi awayekî çalak beşdar bibin.   * Ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û siberojeke azad, pergala perwerdehiyê divê bi awayekî demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan rehên xwe berde nava pergala perwerdehiyê ya gelêrî ya ku bingeha xwe ji jîngehê digire.   SPASΠ   Bi hêviya ku di înşakirina civaka demokratîk de dê ev komxebat bibe yek ji gavên despêkê yên herî girîng ên ji bo zarokan û perwredehiyê, wek Komîteya Amadekar a Encamnameyê, li ser navê Komîteya Amadekar a Komxebata Ji Bo Zarokistanan a ku bi dirûşma ‘Zarok Siberoja Civaka Azad in’ hat lidarxistin û mazûvana vê xebatê, Şaredariya Peyasê, em careke din rêz û spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd ên ku beşdarî vê komxebatê bûne.”