Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin 2025-07-07 13:24:49 AMED - Di danişîna doza Cîhan Can de ku otobûsa bizirx a polîsan dabû ser û qetil kiribû de ji bo amadekirina mutalaayê biryar hate dayin ku dosya ji dozgeriyê re were şandin.    Di 28’ê Kanûna 2019’an de li Amedê otobûseke bizirx a polîsan dabû ser endezyarê înşaetê Cîhan Can û qetil kiribû. Têkildarî qetilkirina Can, der heqê polîsê berê Hakan Avci de bi sedema “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a dozêl i 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Bavê Cîhan Can, Mehmet Sadik Can, xwişk û birayên wî Neytûllah Can, Hanimşah Can û Veysî Can di danişînê de amade bûn. Bersûc Hakan Avci û parêzerê wî jî li Edeneyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li bûn.    Bersûc Hakan Avci, got: “Min nedixwest bûyereke wiha biqewime. Qezayekî trafîkê ya di nava rojê de bû. Tu qesdekî min nebû. Ji ber bûyereke wiha gelek xemgîn im.”    Parêzerê bersûc, Mert Arioglû jî got ku piştî mutalaayê dê parastina xwe bike. Arioglû, xwest miwekîlê wî ji danişînan were varestekirin.    ENDAMÊN MALBATÊ: EM DOZDAR IN   Birayê Cîhan Can, Neytûllah Can, got: “Giliyê me didome. Poşmantiya bersûc dilê me rehet nake. Dixwazim cezayê herî giran li bersûc were birîn. Dixwazim ev ceza veneguhere cezayê pereyî.” Bav Sadik Can jî got: “Ez dozdar im. Kurê min belasebeb kuştin. Têkildarî bûyerê du rapor hene. Em pere naxwazin, dixwazin were cezakirin.”    Hanimşah Can: “Ez ji cinawirekî birayê min bi hovane qetil kirî û piştre got ‘min got qey êzing e’ gilîdar im. Dixwazim cezayê herî giran lê were birîn.” Veysî Can: “Dixwazim cezayê herî giran lê were birîn. Piştî mirinê her kes dikare bibêje ez poşman im. Ez dozdar im.”    Dozger, xwest ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya jê re were şandin.    Dadgehê jî biryar da ku dosya ji dozger re were şandin û danişîna dozê taloqî 10’ê Îlonê kir.