ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-17 09:00:18   * Êrişên dijwar ên desthiladariya Şamê yên li ser civaka durzî ya li Siwêdayê, balkêş e piştî daxuyaniya Balyozê DYA'yê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê Thomas Barrack ku gotibû tu wateya Peymana Sykes Pîcotê nemaye, pêk hatin. Dibe ku Peymana Sykes Pîcot "bêwate bûbe" lê dixwazin li şûna wê Peymana Abraham ku jinûve li gor berjewendiyên hêzên hegemon û deh qatî wê dijbertiya civakan dike hatiye sererastkirin, bixin meriyetê. Lewra dema çûnhatinên dîplomasiyê yên vê dawiyê didin der ku di çarçoveya Peymana Abraham de lihevkirinek heye.    * Li Cîzîrê ku germahî heya 49 pileyan zêde dibe, birîna daran û bendavên tên çêkirin, germahiyê zêdetir dike. Cizîriyan got: "Gundên me talan kirin, xwezaya me tune kirin, avhewaya me guherî, ji ber germê em nikarîn derkevîn derve, vê talanê bidin sekinandin."    * Hevserokê MED TUHAD-FED'Ê Kerem Canpolat ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, destnîşan kir ku divê pêşîniya komîsyona ku li meclisê were avakirin girtiyên nexweş bin.   * Tevî hemû êrişan jî, Şoreşa Rojavayê di 13'emîn sala xwe de hebûna xwe didomîne. Hevseroka PYD'ê Perwîn Yusifê îşaret bi wê yekê kir ku rêveberiya Şamê ya guherî, di polîtîkayên xwe yên înkarê de israr dike û got: "Em ê dest ji mafên ku me bi dest xistine bernedin."   * Malbatên Arya Tokay û Ronahi Erol ku çekên xwe îmha kirin, diyar kirin ku ew kêfxweş in ku zarokên xwe dîtine û gotin: "Zarokên me careke din bi merasîmê armanca xwe diyar kirin; Siyaseta demokratîk, civaka demokratîk. Wek malbatên wan, em jî dixwazin ku ev yek çêbibe."   * Ahmet Karagoz ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, got: "Divê qanûn werin derxistin da ku hatina gerîla misoger bibe. Nexwe, ev biratî dê çawa were avakirin? Ez bawer dikim ku ew ê ev çêbibe."   * Tevî ku rojên di ser merasîma dîrokî ya PKK'ê re derbas bûne jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku dewletê hînê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye û gotin, "Eger tê xwestin gavek were avêtin, divê pêşî Rêber Apo bigihêje azadiya fîzîkî. Li gel vê yekê serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş mecbûriyetek e."   *  Di ser kuştina ciwanên ji herêma Derya Reş Ezgî Aydan Şalcî, Mert Comert, Alîcan Vûral û Koray Çapoglu re 10 sal derbas bûn ku ji bo zarokên Kobanê bibin hêvî derketibûn rê. Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku têkoşîneke mezin meşandin.   * Yunus Kutluay ê ji Baroya Wanê, diyar kir ku di vê pêvajoya ku em aştiyê diaxivin de divê mafê zarokan neyê paşguhkirin û got: “Sûcên li dijî zarokan birîneke civakî ye em bi hev re dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.”   *Gulay Kakiz a ku li taxa Alîpaşa ya ku kevntirîn taxa Amedê ye 40 sal in dijî got: “Li vê taxê têkiliyên civakî, dirokî û çandî baş in. Ji ber vê heta dawiya temenê xwe ez ê li vir bijîm.”   * Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ragihand ku rastî êrişa gardiyanan hatiye û bi saetan tena serê xwe di qawişê de hatiye hiştin.   * Doza ku rêvebirên ESP, SKM, SDGF’ê tê darizandin dê danîşîna wê ya yekemîn li Dadgeha 22’yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Jinên girêdayî KESK’ê, dê li navenda sendîkayê têkildarî daxwazên TÎS’ê daxuyanî bidin. (11.00)   * Hevserokên Giştî yê DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, dê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli bikin. (11.00) ZINDÎ   * Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, dê serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bikin. (13.00-14.00) ZINDÎ   * Bi munasebeta 39’emîn salvegera damezirandina ÎHD’ê, dê li Enqereyê li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bide. (17.00)   * Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê, dê panela bi ser nava “Di têkoşîna demokrasî û aştiyê de rola rêxistinên pîşeyî” li dar bixin. (19.00)   * Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bi munasebeta 10’emîn salvegera qetlîamê dê li Okmeydaniyê çalakiya “Şeva Edaletê” li dar bixin. (19.00)