Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e 2025-07-17 09:17:44   COLEMÊRG – Tevî ku rojên di ser merasîma dîrokî ya PKK'ê re derbas bûne jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku dewletê hînê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye û gotin, "Eger tê xwestin gavek were avêtin, divê pêşî Rêber Apo bigihêje azadiya fîzîkî. Li gel vê yekê serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş mecbûriyetek e."   Dengvedana merasima îmhakirina çekan a PKK'ê ku di 11 'ê Tîrmehê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, berdewam dike. Di nava kesên ku ev merasîma dîrokî ji nêz ve dişopînin de dayikên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne û bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin jî hebûn.   Dayikên Aştiyê yên ku li navçeya Geverê ya Colemêrg beşdarî merasîma li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn, daxwaza xwe ya ji bo gavên hiqûqî yên şênber bên avêtin anîn ziman.   ‘HÊ JÎ GAV NEHATIYE AVÊTIN’   Ji dayikan Gulbeyaz Mihci da zanîn ku tevahiya civak ji ber şerê demdirêj êşê dikişîne û got, "Hêvîdarim wê dawî gelekî bedew bibe. Bi daxuyaniya Serokatî re PKK'ê çeka xwe li pêş çavên tevahiya cîhanê hişt û ev yek li vê cîhanê gelekî deng veda. Tayyîp Erdogan jî daxuyanî da, lê hêj tu gavên çareseriyê nehatine avêtin. Eger gaveke samîmî were avêtin, divê beriya her tiştî Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest bixe. Her wiha serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş divêtiyek e. Piştî ku ev gav hatin avêtin, em ê bawer bikin ku pêvajoya aştiyê destpê kiriye. Weke Dayikên Aştiyê em bi salan e li bendê ne ku ev xwîn raweste û aştî pêk were. Em bang li dayikên leşkeran û dayikên şehîdan dikin; Werin em bibin yek û bi hev re vê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin da ku ev xwîn raweste û zarokên me êdî nemirin."   MASEYA ÇARESERIYÊ   Gulîzar Yaşar bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo hemû gelan û wiha got: "Ev pêvajo ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Divê bi awayekî cidî bê meşandin. Hin dayikên gerîla û hin dayikên leşkeran nekarîn cenazeyên zarokên xwe jî bibînin. Em dixwazin qet nebe hestiyên zarokên xwe bibînin. Em naxwazin êdî dayikên gerîla û dayikên leşkeran rondikan bibarînin; divê ev xwîn raweste. Em dixwazin her kes bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn."   Saadet Dogma ku diyar kir ku nêzî 50 sal in gelek windahî hene wiha berdewam kir: "Em êdî naxwazin ti dayik bigirîn an jî dilê wê bişewite. Em dixwazin hemû gerîla bi malbatên xwe re ji nû ve bibin yek. Em daxwaza berdana hemû dîlgirtiyan dikin. Ev hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo tirkşan şansê dawî ye. Birêz serokkomar, guh bide hemû dayikan. Bila bizanibe ku van hemû salan çiqas êş û îşkence kişandine. Hem Tirk hem jî Kurd gelek windahî dan. Çareserî wê bi rûniştina li ser maseyê û axaftinê pêk were. Çav û guhê me li gavên ku dê dewlet bavêje ye. Hêvîdarim ev pêvajo bi çareseriyeke ku her kes karibe di nava aştî û aramiyê de bijî, bi encam bibe.”   ‘DAYIK AMADE NE’   Fatma Temel anî ziman ku pêvajo ji bo tevahiya raya giştî, bi taybetî jî ji bo dayik û ciwanan hêviyê dide û wiha got: "Gava pêşîn a ku divê Erdogan bavêje ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bike. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî û nexweş serbest bên berdan. Weke Dayikên Aştiyê em amade ne di vê pêvajoyê de ya ji destê me tê bikin."