Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin 2025-07-17 10:25:23   WAN – Ji Baroya Wanê parêzer Yûnûs Kûtlûay da zanîn ku di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de divê mafên zarokan nayên jibîrkirin û got, "Sûcên li hemberî zarokan tên kirin êşeke civakbûyînê ye û ancax bi çalakiyeke kolektîf dikare çareser bibe."   Binpêkirina mafên zarokan û sûcên zayendî di nava sûcên herî zêde li gelemperiya cîhanê tên kirin de cih digirin û bi vê yekê re rêjeya întixarê sal bi sal zêde dibe. Tirkiye yek ji wan welatan e ku sûcên li dijî zarokan herî zêde lê tê kirin e. Li gorî îstatîstikên fermî yên xwe dispêre daneyên Wezareta Edaletê, her roj bi kêmanî 18 zarok rastî êrîşa zayendî tên. Di sala 2024'an de sûcên li hemberî 18 hezar û 884 zarokan hatin ragihandin û bi vî awayî zêdeyî 15 hezar doz radestî dadgehên ceza hatin kirin. Hejmara zarokên rastî sûc hatine tenê di salekê de ji sedî 72 zêde bûye. Di nava sala 2024 'an de tenê ji ber sûcên zayendî yên li hemberî zarokan 7 hezar û 310 sûcdar hatin cezakirin. Di beşekî mezinê evan bûyeran de siza yan hatin paşxistin an jî bi beraatê hatin encamdan Ji bo 7 hezar û 109 sûcdaran biryara beraetê hat dayîn.   Ji bo zarokên ku li Kurdistanê mezin dibin, ku bi salan e şer ji pirsgirêka Kurd derdikeve, rewş hê girantir e. Zarokên ku mafê wan ê herî bingehîn ê jiyanê tê binpêkirin, di nava hedefa destpêkê ya polîtîkayên şerê taybet ên weke asîmîlasyon, destdirêjî û bikaranîna narkotîkê de cih digirin.   Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê Yûnûs Kûtlûay diyar kir ku di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de divê mafên zarokan ji bîr nekin.   POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAHIŞTINÊ   Kûtlûay diyar kir ku daxuyaniyên têkildarî pêvajoya aştiyê kelecanê dide mirov û wiha axivî: "Zarok ji bo kesên herî zêde zerarê dibînin di hawira şer de li pêş in. Divê teqez polîtîkaya bêcezahiştinê ya têkildarî îstîsmarkirina zarokan bê nîqaşkirin û çareserî bê dîtin. Divê pêşî li rewşa mexdûriyetê bê girtin. Li Gel ku li Tirkiyê çarçoveyeke yasayî hebe jî pirsgirêka herî mezin polîtîkayên şaş ên di pratîkê de ne. Bi awayekî bi bandor pêkanîna rêziknameya qanûnî û bidawîkirina polîtîkaya bêcezahiştinê pêwîst e. Her wiha avaniya malbatî û kevneşopî di zêdebûna tacîz û tundiya li ser zarokan de roleke mezin dilîze. Pêwîste di vî warî de hewldanên berfireh hebin. "   SÛC ZÊDE BÛN   Kûtlûay anî ziman tevî ku daneyên wan ên diyarker nîne jî, li gorî daxuyaniyên fermî û qeydên rêxistinên ne hikûmî sûcên li dijî zarokan di salên dawî de bi du qatan zêde bûne û wiha got: “Îstîsmar kirin divê bi perspektîfên cuda yên wekî zayendî, aborî û sosyolojîk nêzîk bibin. Ji sedî 20’ê bûyeran ji îstîsmara zayendî pêk tên. Pêwîst e li Herêma Kurdistanê dozên destdirêjiya li zarokan bi du awayan were nirxandin: Ya yekem bûyerên ku hêzên ewlekariyê tê de hene û ya duyemîn jî dozên din. Tevî hin aliyên erênî yên pêkhateya civakî, veşartina sûcan piştî destdirêjiyên ji ber pêkhateya malbatê û bermahiyên zîhniyeta kevneşopî, malbat zarok paşguh dike û astengkirina destwerdana tîmên ku di warê mafên zarokan de dixebitin, di nava pirsgirêkên herî zêde de ne.”   Kûtlûay destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha dewam kir: "Dema kiryar wezîfedarekî cemaweriyê be, mirovên li saziyên dewletê li şûna ewlekirina edaletê bi refleksa parastinê hewl didin kiryaran biparêzin. Eger bûyer di medyayê de neyên nixumandin an jî eger malbat neyên şopandin, lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Di bûyerên ku wesayîtên cemaweriyê rê li ber mirinê vedikin de, di bûyerên îstîsmarê yên wezîfedarên cemaweriyê de û di bûyerên fûhûşê yên sîstematîk de bêcezahiştin gelekî zêde ye. Bikaranîna tiryakê mijareke girîng e ku rê li ber îstîsmara sîstematîk a zarokan vedike. Di navbera ku kiryar wezîfedarên cemaweriyê ne yan na de cudahî heye. Lê belê sûcên li hemberî zarokan birîneke civakbûyînê ye û ancax bi tevdana bi hev re dikare çareser bibe."     MA / Ruken Polat