Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû 2025-07-17 16:13:47 WAN – Mecît Alagoz, piştî 32 salan tehliye bû û li bajarê xwe yê Îdirê bi coş hate pêşwazîkirin.   Mecît Alagoz ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler Edeneyê dihate ragirtin, piştÎ 32 salan tehliye bû û li bajarê xwe yê Îdirê bi coş hate pêşwazîkirin. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun û gelek kesên din pêşwaziya Alagoz kirin. Pişt re girse derbasî konê serdanê bû.   Mecît Alagoz, di sala 1993’yan de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM), bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê muebbedê daye. Rexmê xilasbûna cezayê, tehliyeya Alagoz, heta niha bi hincetên cihê hate astengkirin.