Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin 2025-07-26 10:11:59   AMED – Kiryar Siyabend Şeker ê li navçeya Sûrê Hêlîn Erenê qetil kir, hat girtin.    Kiryar Siyabend Şeker ê ku di 24'ê Tîrmehê de li navçeya Sûr a Amedê Hêlîn Erenê qetil kir, hat girtin. Kiryar Siyabend Şeker ê ku Hêlîn Erenê qetil kir û reviya, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Şeker ku îfadeyên wî yên li midûriyeta polîsan temam bûn sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Şeker sewqî dadgeriya ceza ya sulhê hat kirin. Şeker, bi sûcê "kuştina biqesdî" hat girtin.    Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.