Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand! 2025-08-08 09:42:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Nazli Sancar ku keça wê Şeyma Sancar di Nîsana 2022’yan de li Çiyareş ê Zapê di êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, banga “teslîm bibe” li keça xwe kir. Medyaya AKP û PDK’ê jî ev banga sosret kir manşet.    Tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî, îktîdara AKP’ê polîtîkaya arastekirina malbatên HPG’iyan a ber deriyên avahiyên HDP û DEM Partiyê didomîne. Malbatên HPG’î, bi arastekirina dewlet û îktîdarê îcar jî ber bi avahiya DEM Partiyê ya Wanê ve meşiyan. Balkêş e ku di meşê de bi malbatên HPG’iyên di êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de jiyana xwe dayin banga “teslîm bibe” dane kirin.    JI HPG’IYA JIYANA XWE JI DEST DAYÎ RE BANGA ‘TESLÎM BIBE’ KIR!    Yek ji kesa di meşa li Wanê de cih girtî jî Nazli Sancar e ku keça wê gerîlaya YJA Starê Şeyma Sancar e. Nazli Sancar, ji Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA) re axivî. Nazli Sancarê banga “Teslîm bibe” li keça xwe kir! Gerîlaya YJA Starê Şeyma Sancar, di Nîsana 2022’yan de li herêma Çiyareş ê Zapê di encama êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de tevî 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 21’ê Gulana 2022’yan de daxuyanî da û got ku Şeyma Sancar tevî 7 gerîlayên din jiyana xwe ji dest daye. Tevî ku Şeyma Acarê 3 sal berê jiyana xwe ji dest daye jî medyaya AKP’ê banga “teslîm bibe” ya Nazli Sancarê kir manşeta xwe.    RÛDAWÊ MEDYAYA HEWZÊ DERBAS KIR!    Ji medyaya PDK’ê Rûdawê jî ev nûçeya ku banga dayika gerîlaya YJA Starê Şeyma Sancarê tê de cih digirt, weşand. Tevî wêne û nûçeyên têkildarî mirina Şeyma Sancar û 7 gerîlayên din jî balkêş e ku ev nûçe hate weşandin.    ŞEYMA SANCAR KÎ YE?     Şeyma Sancar, li Wanê ji dayik bû û di sala 2012’an de tev li PKK’ê bû. Di sala 2019’an de weke fermandara YJA Starê vegeriya herêma Zapê. Di Nîsana sala 2022’yan de li herêma Çiyareş a Zapê di encama êrişa çekên kîmyewî ya dewleta tirk de tevî hevalên xwe Faysal Yilmaz (Rohat Dengdar), Zozan Erenç (Şevîn Şemzînan), Emral Sezgîn (Xemgîn Qelqelî), Sîmav Hesen (Zilan Besê), Naîla Mezeh (Denîz Reş), Evîn Şêxo (Sema Agirîn) û Bekrî Derwêş (Demhat Derwêş) jiyana xwe ji dest da.   MA / Ozgur Paksoy