Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze 2025-08-26 09:06:54 ENQERE - Welatiyên li Enqereyê dijîn têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin axivîn û gotin ku pêdiviya welat bi aştiyeke mayinde heye.     Xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, berdewam in. Di serdemeke wiha de beşeke mezin a civakê li bendê ye ku îktîdar û dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber biavêje.    Welatiyên li Enqereyê dijîn, geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tên jiyîn, nirxandin. Welatiyan, avakirina komîsyonê weke “gavekî derengmayî” nirxandin û xwestin aştiyeke mayinde bikeve meriyetê.