Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene 2025-09-01 10:42:33 STENBOL – Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got, “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.” Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di rojevê de ye û ji aliyê gelek partiyan ve tê nîqaşkirin. Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Yucel Demîrer ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) pêvajo nirxand û destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku bi mîlyonan eleqedar dike û heta niha êşên mezin hatine kişandin.   Demîrer anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêke piralî ye û wiha got: "Mîna di her mijara civakî û siyasî de, di mijara aştiyê de jî komên dijber hene. Bi salan e aboriyeke şer û çandeke şer hatiye afirandin. Têkildarî tundiya em pê re rû bi rû ne de, rêzefîlmên televîzyonê jî hene. Di vê çarçoveyê de li pêşiya aştiya civakî astengiyên çandî, aborî, siyasî û civakî hene. Her wiha, ji ber serdema zordar a otorîter ku desthilatdariya siyasî di deh salên dawî de kete dewrê, astengiyên ku em pê re rû bi rû ne hene. Nexasim di demeke wiha de ku Tifaqa Cumhur gav bi gav qels dibe û meşrûiyeta xwe winda dike, pêvajoyeke wiha ya aştiyê hatiye pêşxistin. Bêguman divê ev pêvajo were nirxandin û aştî bi pêş bikeve."   WÊREKÎ DIVÊ   Demîrer diyar kir ku divê tecrûbeyên berê yên Tirkiyeyê bên bikaranîn û wiha got: "Pêwîste di her warî de bi wêrekî be. Divê em bi empatiyê pêvajoyekê pêş bixin. Beriya her tiştî taybetmendiya bingehîn a pêvajoyên aştiyê ew e ku dişibin hev. Ji ber ku hemû ji cûreyên nakokiyan hene. Reçeteya her pêvajoya ku di serdemên cuda yên dîrokî û erdnîgariyên siyasî de tê meşandin, şensê xwe nîne ku li gorî yên din bê adaptekirin."   ‘KOMÎSYON PIR BUROKRATÎK E’   Demîrer bilêv kir ku her çiqas niyeta hikûmetê ya avakirina komîsyonê nebe jî li Meclisê komîsyonek hatiye avakirin û wiha got: "Bi ya min, di komîsyonê de gelek kêmasiyên mîna astengikirina li dayikeke Kurd a bi zimanê xwe yê dayikê neaxive hene. Ez di wê baweriyê de me ku divê ev pêvajo baştir, azadtir bên amadekirin û bi rengekî ku ne li ser bingeha xemsariyê, lê ji dil tir, serî li hestûran bidin. Ez vê pêvajoya komîsyonê hinekî burokratîk û fermî dibînim. Heta radeyekê burokrasî pêwîst e û ne mimkun e ku mirov xwe jê dûr bixe. Lê belê, bi taybetî di vê pêvajoyê de, ez bêtir şeklîbûneke burokratîk dibînim."   Demîrer civînên gel ên ji aliyê DEM Partiyê ve hatine lidarxistin rexne kir û diyar kir ku tevlibûna endamên partiye yên tên zanîn civîn veguherandine rîtûelekê û pêwîst e gelek derdorên cuda jî beşdarî civînên gel buna. Demîrer da zanîn ku ger ev pêvajo bi ser nekeve ne tenê li welat dê li Rojhilata Navîn jî pêvajoyeke tarî destpê bike.    Demîrer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek kes rexneyên giran dikin û li gorî ev di cih de nîn e. Ger aştî pêwîstiyek be, şekil, rêbaza aştiyê ji aliyê hemû kesî were fêmkirin. Divê dilê me rihet be, zimanê çêker ji aliyê girseyeke berfireh ve were bikaranîn. Ez akademîsyenê aştiyê me û bi serbilind im. Wek akademîsyenê aştiyê hewl didim peywira ku dikeve ser milê min bi cih bînim. Ji bo girse were qanîkirin peywir dikeve ser milê me hemûyan. Li gorî min di warê derûnî û civakî de ji bo pêvajoyê zêde ked nayê dayîn. Dikarin têkildarî vê mijarê xebat bên kirin.”   MA / Melîk Çelîk