Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin 2025-09-05 09:02:50 ERZIROM - Şaredariya Tatosê di bin navê xebatên pirzimaniyê de, gelek deverên bajêr bi wêneyên dengbêjan xemiland.        Şaredariya Tatos a Erziromê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, qada bajêr bi wêneyên dengbêjan û ramanwerên Kurd xemiland. Li têketin û derketina bajêr, li gel tabelayên Tirkî, tabelayên bi zaravayê Kurmancî û Kurmanckî hatin bicihkirin.    Hevşaredarê Tatosê Abdurrahman Sever destnîşan kir ku ew li dijî feraseta tekparêz in û got ku divê hemû bawerî û civak bên berbiçavkirin. Sever, bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê di çanda Kurdî û zimanê Kurdî de û got: "Di çanda dengbêjiyê de Şakiro heye ku olan dide. Me xwest em wî jî biresmînin. Her wiha Eyşe Şan dengbêjeke girîng e."    Sever bibîr xist ku berê xebatên wan ên pirzimaniyê ji aliyê qeyûman ve hedef hatine girtin û got: "Diyardeya ku em jê re dibêjin ziman, tenê ne lebatek e. Hebûnek e, çandek e. Ji bo biruhûcankirina vê me li têketina bajêr zimanê gelan da der. Xebatên me didomin."    Sever bilêv kir ku rêveberiyên herêmî di avakirina civaka demokratîk de xwedî cihekî girîng in. Sever anî ziman ku gel ji xebatên wan ê çandî kêfxweş e û got: "Me di nava salekê de gelek xebatên çandî kir. Me xebatên dengbêjî û çîrokbêjiyê kirin. Bertekên gel pir erênî bûn."