Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin 2025-09-05 09:10:33   AMED - Karkerên çandiniyê yên ku li Nîgdeyê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû man, diyar kirin ku di êrişê de hatiye xwestin hemû kesên li wir bên kuştin û li dijî vê banga edaletê kirin.    Karkerên demsalî yên ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê çûn bajaroka Çukurkuyu ya navçeya Bor a Nîgdeyê, di 28'ê Tebaxê de bi êrişeke nijadperest re rû bi rû man. Ji 24 karkerên ku êrişî wan hat kirin, Orhan Îdîlkurt (19), piştî gulebaranê bi giranî birîndar bû. Îdîlkurt ku bi sê guleyan birîndar bû, li qamyonekê hat siwarkirin û ji cihê bûyerê hat dûrxistin. Paşê Îdîlkurt, bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nîgdeyê hat kirin.   Piştî 3 rojên dermankirinê, Îdîlkurt ji ber ku li nexweşxaneya Nîgdeyê beşa ortopediyê tune ye, birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dermankirina Îdîlkurt li vir didome.   Xizmên Îdîlkurt ên ku li ber nexweşxaneya ku lê tê dermankirin in, diyar kirin ku êrişkaran hewl daye wan bikujin û xwestin ku berpirsiyarên êrişa nijadperest hesab bidin.   ‘TELEFONÎ GUND KIR ÇEK XWEST'   Alî Îdîlkurt (26), behsa êrişa ku birayê wî tê de bi giranî birîndar bû, kir. Îdîlkurt anî ziman ku piştî TIR'a barê wê firingî di heriyê de maye, xeber dane xwediyê zeviyê Cemal Ozer ku bi traktorê tirê ji nava heriyê derxîne. Îdîlkurt got ku gava Ozer hatiye wir heqaret li wan kiriye û got: "Piştî ku êrişî me kir, telefonî gund kir û çek xwest. Dema ku me fêm kir ku rewş dê xirabtir bibe, me hewl da ku em derkevin û vegerin cihê ku konên me lê ne. Nehiştin em ji nava zeviyê derkevin. Piştî ku rêya me girtin, ew li pey me hatin û dest bi gulebaranê kirin. Êriş heta piştî ku em birîndar bûn jî berdewam kirin. Birayê min di wesayitê de bû û nikaribû derkeve. Ew di rewşeke bêparastinê de bû. Ji mesafeyeke 3 metreyî gelek caran gule li wî reşandin. Ger me ew nerawestanda, dibûya em hemû bihatana kuştin. Her kes dizane ku dê kes bi saxî nefilitiyana."   Îdîlkurt diyar kir ku piştî êrişê wan bi derfetê xwe birayê xwe yê birîndar ji cihê bûyerê dûr xistiye û nîv saet piştî bûyerê cendirme gihîştine wir. Îdîlkurt destnîşan kir ku hewl tê dayîn ku ser êrişa nijadperest were nixumandin û wekî bûyereke piçûk were nîşandan. Îdîlkurt bi bîr xist ku di dema îfadeyê de, şaredarê MHP'î hewl daye ku mudaxeleyî zabitan bike û çekê wekî kurusikiyê tomar bike. Îdîlkurt nerazîbûna xwe ya li hember vê yekê nîşan da û got ku sedema êrişê bêcezatî ye. Îdîlkurt xwest ku berpirsiyar werin darizandin.   Abdullah Dagacar (39), apê Orhan Îdîlkurt ê ku bi êrişê re rû bi rû ma, diyar kir ku xwediyê zeviyê bi niyeta kuştinê êrişî biraziyê wî kiriye û got: "Zarokên ku li zeviyê dixebitin fêm kirin ku ew ê bên kuştin û hewl dan birevin. Dema ku ew direviyan, komeke ji nêzîkî 100 kesan pêkhatî rêya wan girtin. Xwediyê zeviyê ji mesefayeke nêzîkî 3 metreyan gule li biraziyê min reşand. Sê gule li wî ketin. Heta niha di gelek emeliyatan re derbas bûye."    ‘HEWL DAN ME BIKUJIN'’   Dagacar destnîşan kir ku êrişa li dijî wan nijadperest bûye û got: "Ev êrişa li dijî me êrişeke nijadperest bû. Ev nijadperestî û zilm e. Ev ne tiştekî nû ye; ev sed sal e vê zilmê li me dikin. Em dixwazin werin parastin. Em naxwazin karker bi vî rengî werin kuştin. Ew hewl didin ku vê yekê wekî meseleyeke di navbera kardêr û karmendan de nîşan bidin. Lê ev ne rast e. Ev ne cara yekem e û êrişên bi vî rengî her sal diqewimin. Em naxwazin ku ev êriş mîna yên din werin veşartin. Divê her kes, bêyî ku partiya wî ya siyasî çi be, ji vê mijarê haydar be û vê dozê biparêze. Em dixwazin ku yên ku ev yek bi me kirin li bara darazê hesab bidin. Em diçin wir û bi pereyekî kêm dixebitin, lê ew zilmê li me dikin. Kes dengê me nabihîze. Ev êriş, êrişeke faşîst e. Wan hewl neda ku me bitirsînin; wan hewl da ku me bikujin."   MA / Şîrv​an Şîlan Çîl