Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû 2025-09-10 15:07:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” ku Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê di 20’ê Tebaxê de dabûn destpêkirin, bi dawî bû.    Kampanyaya “I Want to Visit Ocalan (Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim”, di 5’ê Hezîrana 2025’an de hate destpêkirin. Li Sûriyeyê jî di 20’ê Tebaxê de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Kampanyaya li Sûriyeyê îro bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hatibû ku kampanya dê heta 30’ê Tebaxê bidome lê ji ber eleqeya zêde heta 10’ê îlonê hatibû dirêjkirin.    ZÊDETIRÎ 2 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN   Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur têkildarî kampanyayê ji ANHA’yê re axivî. Munzur, got ku zêdetirî 2 hezar kesan kampanya îmze kirine û got: “Em ê hejmara dawî ya kesên kampanya îmze kirine di 21’ê Îlonê de aşkera bikin.” Munzur, da zanîn ku ji hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hemû parêzgehên Sûriyeyê yên Şam, Heleb, Humis, Laziqiyê, Tertûs, Dera, Qûneytira, Idlib û Siwêdayê kesayet beşdar bûne.    Îmzeyên hatine komkirin, wê pêşkêşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan a NY’ê, Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bên kirin.