‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’ 2025-09-18 16:05:09 AMED - Nûnerên saziyan, biryara Komîteya Wezîran a KE’yê ya têkildarî “mafê hêviyê” nirxandin û gotin divê komîte heta meha Hezîranê biryarên bilez û bibandor bide.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Komîteyê, di biryara xwe de bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî. Hiqûqnas û nûnerên saziyan xwestin ku Meclis vê biryarê tavilê bigire rojeva xwe.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeterê got: “Di biryarê de bal kişandine ser komîsyona li Meclisê û em vê girîng dibînin. Divê komîsyon vê bangê bibîne û li gorî wê gavên bilez biavêje. Naveroka wê, di mijara helwesta têkildarî cîbicînekirina biryara ‘mafê hêviyê’ de erênî ye lê ji hêla venêrîneke bibandor de kêm e. Em, pêvajoya şopandinê ya komîteyê rexne dikin. Anku komîteyê, li gorî hişyariya xwe ya di daxuyaniya berê de, biryareke qelstir da. Ji ber ku berpirsyartiya wê ew e ku ji bo cîbicîkirina biryarê tevdîran bigire. Ev pêvajo, pêvajoyên siyasî ne.”    ‘HÊVÎ ŞIKAND’     Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, diyar kir ku biryarên komîteyê ne li gorî bendewariyên wan e û got: “Daxwaza me ji komîteyê ew bû ku biryareke zelal bide. Diviyabû biryareke teqez dabûya. Biryarê, hêviya me şikand.”    ‘DIVÊ BIRYAR JINÛVE BÊ NIRXANDIN’    Canpolat, bal kişand ser komîsyona li Meclisê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştekî baş e ku komîteyê bal kişand ser komîsyona li Meclisê. Lêbelê di mijara ketina pratîkê de nêzikatiyeke neyînî ye. Ya ji komîteyê dihat xwestin ew bû ku biryareke navberê ya weke ‘Divê Tirkiye vî tiştî bike’ bû. Lê biryareke qels bû û divê ev biryar jinûve li ber çavan bê derbaskirin.”    'DIVÊ GAVÊN BILEZ Û BIBANDOR BÊN AVÊTIN’    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got: “Komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku bilez gavan biavêje. Her wiha bal kişand ser pêvajoyê û xwest komîsyon destwerdanê li meseleyê bike. Ev, tiştên erênî ne. Divê muxatabên bangê bilezûbez pêwîstiyên biryarên bicih bînin û gavên bilez û bibandor biavêjin. Divê Meclis jî berpirsyartiya xwe bicih bîne. Ev yek dê pêşiya pêvajoyê jî veke. Bicihanîna rola xwe ya birêz Ocalan jî dê bandoreke erênî li pêvajoyê bike.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel