Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê 2025-09-23 09:17:53 AMED - Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve hat guhdarîkirin, got ku ew dixwazin ji bo vegera gundên ku di salên 1990'î de hatine şewitandin û valakirin bingeheke qanûnî bê danîn û pergala cerdevaniyê ya ku rê li ber vegerê digire bê betalkirin.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo meseleya Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û ji bo wê hîmeke qanûnî bê danîn li meclisê hat avakirin, guhdarîkirina derdorên cuda didomîne. Di civîna xwe ya 11'emîn de ku di 18'ê Îlonê de pêk hat, komîsyonê Hevserokê Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Mûrat Sari guhdarî kir.   Sari ku ji aliyê komîsyonê ve hat guhdarîkirin, diyar kir ku avakirina komîsyonê encama pêvajoyek e ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin û ew dixwazin texrîbata kûr a ji ber polîtîkaya înkar û tunekirinê çêbûye bi dawî bibe. Sari, diyar kir ku pêvajoyeke girîng ji bo avakirina aştiya ku gel dixwazin pêk tê û got: "Divê dewlet jî li hember gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin gavan biavêje. Girîng e ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin rola xwe bilîze, lê divê ev yek bi muxatabên sereke yên pêvajoyê re were nîqaşkirin. Ji bo avakirina aştiyeke birûmet divê gavên berbiçav bên avêtin."   'DIVÊ PERGALA CERDEVANTIYÊ BÊ BETALKIRIN'   Sari, destnîşan kir ku wan ji komîsyonê xwestiye ku ji bo vegera gundan bingehek qanûnî ava bike û got: "Me binpêkirinên mafên ku li gundên hatine valakirin û raporên parêzvanên mafên mirovan pêşkêş kirin. Ger aştiyeke mayînde û birûmet bê avakirin, divê vegera mirovên ku di salên 1990'î de ji cih û warên xwe bûne bê misogerkirin û hevrûbûn çêbibe. Ji ber pergala cerdevaniyê ku hêmana zordar a vê pêvajoyê bû û bi nêzîkatiya 'Bibe cerdevan an jî ji gund derkeve', nêzîkî 3 hezar û 700 gund û mezrik hatin valakirin. Zilm û zordarî li wan hat kirin. Me daxwaza betalkirina pergala cerdevaniyê kir ku yek ji sedemên herî mezin ên koçberiyê ye. Me her wiha daxwaz kir ku bi berçavgirtina encamên koçberiya salên 90'î ya ber bi metropolên ve çareseriyek bê pêşxistin."   Sari, anî ziman ku pergala cerdevaniyê hîn jî astengiyeke girîng li pêşiya vegerê çêdike û got: "Divê pergala cerdevaniyê bi tevahî bê betalkirin; ew gef û fikareke ewlehiyê çêdike. Welatiyên ku li Ewropayê daxwaza penaberiyê dikin hene. Divê bingeheke qanûnî were danîn da ku ev welatî bi cezayan neyên tehdîtkirin û rêya vegera wan bê vekirin. Her wiha divê bingeheke qanûnî ji bo vegera xelkê Mexmûrê were danîn. Divê binesaziya vegera ji bo warên wan ên qedîm were danîn. Divê ev yek bi lezgînî bê kirin. Divê gavên qanûnî bên avêtin da ku kesên ku di bin gefa cezayan de neçar mane koç bikin, dema vegerên welatên xwe, bi gefan re rû bi rû nemînin."   Sari, bilêv kir ku heke pêvajoyek vegerê bê destpêkirin, divê navên Kurdî yên gundan bên naskirin û bal kişand ser ekokujiyê ku dibe sedema koçberiyê û got ku ev dê zirarê bide pêvajoyê.    MA / Fethî Balaman