Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike 2025-09-23 10:04:40   MÊRDÎN - Ji ber xebatên Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê yên li Şemrexê, golên li herêmê ziwa dibin. Welatiyan got ku darên li baxçe û bîstanên wan hişk dibin.    Febrîqeya Etî Bakir Metal Geri Kazanim ve Entegre Gubreyê ya Cengîz Holdîngê ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê xebatan dike, tevî bertekan jî talana xwezayê ya li herêmê didomîne. Etî Bakir a ku li gundên Gola Gulê, Teznê, Kufrak, Deşan, Şemika û Girêsorê xebatan dike, herêm veguherandiye qadeke mezin a şantiyeyê.   Ji ber xebatên derxistina madenê, herêm bi xurdeyan tije bûye. Erdên xelkê gundên herêmê jî yan hatin kirîn an jî bi darê zorê hatin îstîmlaqkirin. Etî Bakirê, herî dawî jî çavberda çêregehan ku bi hezaran pez lê tê çêrandin. Ev qad, bi destê Walîtiya Mêrdînê ji wesfa çêregehê hate derxistin û weke “axa xam” hate guherandin û tehsîsî şîrketê hate kirin.    KANÎ ZIWA BÛN    Xurdeyên li her derê hatine komkirin, gihiştin kêleka malên gundê Şemikayê. Di heman demê de, bi Pergalên Enerjiya Rojê (GES) ya Etî Bakirê re jî qadeke berfireh êdî nema dikare were bikaranîn. Di dema çêkirina rêhesinê de ku ji bo veguhestina maden û fosfatê hatiye çêkirin, li herêmê texrîbateke mezin çêbû. Di febrîqeya Etî Bakirê ya gubreyê fosfatê tê hilberandin de her wiha tê îdiakirin ku bi siyanurê zêr tê jihevkirin. Li hêla din ji ber teqandina dînamîtan, gelek kanî ziwa bûne.    LI PEY GOLANÊN ZIWA BÛYÎN ÇALÊN VALA MANE    Li gundê Gola Gulê jî gelek kanî ziwa bûne. Gola Gulê, navê xwe ji hin golên li gund û derdora wê girtiye lê li vî gundî êdî dilopeke avê jî nemaye. Li gel gola biçûk a navê wê li gund hatiye kirin, Gola Xezalê jî bi temamî ziwa bûye. Golên ku ji qenalên sedsal berê hatine vekirin û ji avên baranan çêbûne, ji ber ku di dema xebatên lêgerîna madenan de qenal hatin girtin, ziwa bûn. Ji ber xebatên rêhesinê jî berê avên binerd û sererd guherîn û golên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tabelaya “Têketina golê xetere û qedexe ye” ziwa bûne û veguherîne çalên vala.    Ji gundiyan Mehmet Aktaş, da zanîn ku Gola Xezalê di demên berê de çavkaniya ava gund a herî mezin bû lê niha dilopek jî tê de nîne. Aktaş, got: “Heta demek berê jî têketina avê qedexe bû lê niha av tune ye. Ev der çêregeha gundê me ye. Heta sala 2022’yan jî weke ‘çêregeha gund’ derbas dibû. Lê niha weke ‘axa xam’ derbas dibe. Li vir lîstikeke pir mezin heye û tevî dozan jî em pê nikarin. Biryara sekinandinê tê dayin û ew dîsa didin destpêkirin. Wekî hûn jî dibînin, avên me bi temamî ziwa bûne.”    ‘LI VIR JIYAN NEHIŞTIN’    Abdullah Işik jî da zanîn ku darên li baxçeyê wî ji ber xebatên Etî Bakirê hişk dibin û ev tişt anî ziman: “Bax û bîstanên me hişk dibin. Di dema xebatên rêhesinê de qadên avên binerd tune bûn û av li vir nasekine. Xwestin me bi pereyan bêdeng bikin. Em naxwazin dar û xaka me were texrîbkirin. Li vir jiyan nehiştin. Em dixwazin bijîn, tiştekî din naxwazin. Darên me yên behîvê hişk bûn. Ji 500 daran me nekarî torbeyekê jê kom bikin. Dixwazin em van deran biterikînin. Ji bapîrên xwe heta niha em li vir dijîn. Dixwazin me ji vir derxînin. Em dixwazin ji xaka me derkevin.”     MA / Ahmet Kanbal