Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir 2025-09-24 09:55:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi ÎHA’yan êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir ku hewl dide alîkariya însanî bigihîne Xezeyê.    Li dijî Fîloya Sumudê ya Global ku ji bo balê bikişîne ser krîza însanî ya li Xezeyê û alîkariyê bi rê ketibû, bi Balafirên Bêmirov (ÎHA) êriş hate kirin. Fîloya ku ji 44 dilxwazan û ji 50 keştiyan pêk tê, hewl dide alîkariya xurek, derman û amûrên însanî bigihîne Xezeyê.    Di saetên şevê de li dijî fîloyê bi droneyan êrişa bombeyên deng û kîmyewiyên nehatine pênasekirin hate kirin û hat zanîn ku xisar gihiştiye du keştiyan.    Fîloyê jî têkildarî êrişê daxuyanî da û got ku ew bibiryar in ku xwe bigihînin Xezeyê û banga piştevaniyê kir.